Li Amedê tirsa şanoya Kurdî

Navenda Nûçeyan – Şanoger Ozcan Ateş ragihand ku ji ber “Rewşa Awarte” li Amedê temaşegerên şanoyê kêm bûne. Ozcan Ateş got, piştî ragihandina Rewşa Awartê û durxistina fermanberan ji kar, xelk ditirsin herin temaşeyî şanoyek Kurdî bike.


Şanoya Bajêr a bi ser  Şaredariya Mezîn a Amedê ji aliyê kayyumê hikûmeta AK Partiyê ve sala 2016ê hat girtin. Beşek ji karmedên şanoyê bi biryara kayyum û beşek jî bi “biryarên hikmê qanûnê” de ji karê xwe hatin dûrxistin.


Li ser vê yekê 31 şanogeran bi derfetên xwe  Şanoya Bajarê Amedê damezrandin. Şanogeran heta niha zêdeyî 10 şanoyên Kurdî nimayîş kirine.


Şanoger Ozcan Ateş ku şanoya bi navê “Dawiya Dawî” amade kiriye, bal kişand ser kembûna temaşegerên şanoyê ya ji be rewşa awarte û got: “Me heta niha 10 şanoyên Kurdî nîşan dane. Berê zêdeyî 4 hezaran kes ji bo temaşe kirinê dihat, lê niha herî zêde 2 hezar kes tên. Xelk ditirsên bêne temaşeyî şanoya Kurdî bikin.”


Ozcan Ateş ji rojamenya Cumhuriyetê re wiha axifî: “Tevî hemû astengiyan me wek tîmekê cihek alternatîf ava kir û em hewl didin li ser piyên xwe bimînin. Em piranî giraniya xwe didin ser komediya polîtîk. Bi rast mirov di nav trajediyekê de dijîn. Dema xelk tê temaşeyî şanoyê dikin û keyfa wan tê em jî keyfxweş dibin.”