Çîroka Demirtaş dibe fîlm

Navenda Nûçeyan – Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqerê Sirri Sureyya Onder diyar kir: “Emê çîroka Selahattin Demirtaş bikin fîlm.”

 

Sirri Sureyya Onder ji rojnameya Cumhuriyetê re ragihandiye: “Ji dema ku min di nav vê partiyê de dest bi siyasetê kir heta niha bi sedan, bi hezaran dostaniyên min ên nemir çêbûn. Lê rehenda dostanî û piştevaniya ku min bi Selahattin Beg re pêk anî, gelek cuda ye.”

 

Onder herwiha diyar kiriye: “Di demên herî aloz a Tirkiyê de me bi hev re siyaset kir. Wezareta Dadê rê nade ez Selahattin Beg bibînim. Min jî bi rêya parêzer û hevalên ku diçin cem wî, her dem pêşniyara nivîsandinê kir.”

 

Li ser pirsa “Gelo emê projeyên nû yên Demirtaş bibînin?” Sirri Sureyya Onder wiha bersiv daye:

 

“Belku emê ji pirtûkeke wî bikevin rê, belku jî Selahattin Beg dê ji me re surprîzek bike û çîrokeke nû binivîse. Emê çîroka Selahattin Demirtaş jî bikin fîlm. Eger ew jî bipejirîne, ezê bibim derhênerê fîlmê. Qonaxa nivîsandin û çêkirinê, emê bi hev re çareser bikin.”