Filma “Alaya Bê Welat” li Hewlêrê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare ku sube li Hewlêrê bi rêwresmek taybetî filma sînemayî ya bi navê “Alaya Bê Welat” a derhênerê navdar Behmen Qûbadî, bê pêşandan.

 

Alaya Bê Welat, filmekî dokûmentarî ye û senaryo û derhêneriya wê Behmen Qûbadî kiriye. Film behsa jiyana hunermend Helî Luv û Nerîman a frokevana jina Kurd dike.

 

Alaya Bê Welat li welatên cîhanê hatiye pêşandan. Lê ev yekem care ku li Başûrê Kurdistanê dikeve sînemayan.  

 

Derbarê mijarê de derhêner Behmen Qûbadî ji Rûdawê re ragihand ku ev fîlm berhema Parêzgeha Hewlêrê ye û roja 4ê Tebaxê jî ji aliyê Parêzgeriya Hewlêrê jî, bi rêwresmek taybet tê pêşandan.