Panêla Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hereketa Azadî

 

Amed (Rûdaw) -  Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê panêleke bi navê Serok û Kadroyên Rêxistina Azadî hate li dar xistin.  Panêl ji aliyê “Komîteya Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hevalên wî” ve hatî organîzekirin de jiyana Xalit Begê Cibrî û xebatên wî  hatin nirxandin.

Li Amedê di Salona Konferansê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de Panêla Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hereketa Azadî birêve çû.

Di despêka panêlê de Tehsîn Sever ê neviyê Xalid Begê Cibrî axaftinek kir û rola Xalit Begê Cibrî a Netewperweriya Kurd de girîng nirxand. Her wiha axaftvanên panelê ji aliyê netewî ve nêrîn û analîzên xwe anîn ziman.

Panêlistên bîranînê Prof. Dr. Abbas Walî, Prof. Dr. Yaşar Abdulselamoglu, Doç. Dr. Dilêr Şaweys, Dr. Mehmet Emin Sever û Abudulbarî Han bûn.

Xalid Begê Cibrî û hevalên wî ji aliyê Komara Tirkiyê ve ku wê demê Mustafa Kemal Ataturk desthilatdar bû rastî helwesteke tund hatibû.

Xalid Begê Cibrî û hevalên wî di sala 1924ê de ji aliyê artêşa Komarê ve hatin girtin û li Bedlîsê  14ê Nîsana 1925ê de hatin darvekirin.

Tê gotin bingeha serhildana Şêx Seîd ji aliyê Hereketa Azadî ve hatiye avêtin.