Derhênerê Kurd ê navdar li Stenbolê hat bîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê Kurd Yılmaz Guney, di 86emîn salvegera rojbûna xwe de li Stenbolê bi bernameyeke hate bibîranîn. Kovara çand û hunerê Guney, di 2yê Nîsanê de li navçeya Şişli ya Stenbolê, li Navenda Çandê ya Cemil Candaşê, bernameya bi navê," Yilmaz Guney ê Hunermendê Gel, Şervanê Gel di 86emîn salvegera xwe de bi me re ye" saz kir.

1êNîsanê 86an salvegera rojbûna derhênerê Kurd Yilmaz Guney bû. Kovara çand û hunerê ya bi navê Guney, bi navê “Hunermendê Gel, Şervanê Gel” bernameyeke bîranînê rêk xist. Gelek heval û hezkiriyên Yilmaz Guney û derhêner û ekterên sînemayê têde beşdar bûn.

Di destpêka bernameyê de kurtebelgefîlmeke derbarê jiyana sînema, huner û fikrên siyasî yên Yilmaz Guney de hatin nişandan. Her wiha hevjîn, dost û hevalên Yilmaz Guney di bernameyê de amade bûn.

Hevalê wî Temel Demirer dibêje, Guney şervanekî doza Kurd bû.

Hevalê Yilmaz Guney nivîskar Temel Demirer dibêje: “Naşibe wan kesên ku doza neteweya Kurd ji bîr kirine. Ew şervanê çîna karker bû, ku di her wext û şertan de bi dengê bilind doza neteweya Kurd dianî ziman.”

Hevjîna wî Fatoş Guney jî dibêje, gelek hewil dan ku wî bidin jibîrkirin û tine bikin, lê biser neketin.

Hevjîna Yilmaz Güney Fatoş Guney ji Rûdawê re axivî û got, “39 sal di ser mirina Yilmaz Guney re derbas bûn. Eger ew sax bûya wê niha 86 salî bûya. Lê Yilmaz Guney hêj nehatiye jibîrkirin, ew tim di dil û bîra xelkê de zindî ye. Ev yek jî min pir bextewar dike. Mixabin fîlmên Yilmaz Guney hê jî li Tirkiyê qedexe ne. Mesela hûn qet fîlmên wî yên Rê, Kerî, Dîwar di televîzyonan de dibînin? Nîşan nadin. Lewra mijara fîlmên wî hê jî aktuel û di rojeva Tirkiyê de ne. Xwestin navê wî ji sînemaya Tirkiyê tine bikin, lê hêza wan têr nekir.”

Guneyê ku bi nasnavê "Qralê Kirêt" dihat naskirin di 114 fîlman de wek lîstikvan lîst, derhêneriya 26 fîlman kir û çêkerê 15 fîlman bû û herwiha senaryoya 64 fîlman nivîsand û sala 1982an li Festîvala Fîlman a Cannesê Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.

Derhênerê Kurd Gani Ruzgar Şavata jî got: “Yilmaz Guney Kurd bû, Kurdistan bû. Demekê Tirkan digotin sinemaya Yilmaz Guney, sinemaya Tirkan e, lê di eslê xwe de sinemaya wî sinemaya Tirkiyê bû. Ew di sinemayê de stêrk û ekol bû.”

Yilmaz Guney di 1ê Nîsana 1937an de li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê ji dayik bû lê ew bi eslê xwe ji navçeya Siwêregê a Rihaya Bakurê Kurdistanê bû û 9ê Îlona 1984an di 47 saliya xwe de li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.