Şanogerên Nîsk Hunerê ji bo HDPê derketin ser dikê

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê yê Tirkiyê piştî ku dest danî ser hesabên pere yên HDPê, kampanyaya “gencîneya me gelê me ye” ji aliyê wê partiyê ve hate destpêkirin. Şanogerên Nîsk Hunerê jî ji bo piştgirî bidin vê kampanyaya komkirina pereyan, hemû pereyên ku ji bilêtên lîstika wan a Seyrana Li Çeperê tê ew ê bidin HDPê.

Şanoger bang li hunermendan dikin ku ew jî tevli vê kampanyaya piştgiriyê bibin û HDPê bi tenê nehêlin.

Lîstikvanên lîstika Seyrana Li Çeperê îcar ji bo Partiya Demokratîk a Gelan HDPê derketin pêşberî şanohezan. Hemû dahata seanseke vê lîstikê ji HDPê re tê bexşandin. Şanogerên Kurd dixwazin bi vî awayî di kampanyaya “gencîneya me gelê me ye” de budçeya vê partiyê ji bo xebatên hilbijartinan xurt bikin. Ji ber ku dadgehê dest danîbû ser hesabên bankayê yê HDPê.

Lîstikvana Nîsk Hunerê Gulan Mizgîn got, “Di serî de ji xwe em vê dizanin, şanoya Kurdî bi piştgiriyê li ser piyê xwe ye. Em qîmeta vî tiştî dizanin û HDP jî îro partiya gelê Kurd e li Bakur û îradeya me ye. Dixwazin vî dengî qut bikin. Neheqiyek li holê heye. Em jî ji ber ku qîmeta vê piştgiriyê dizanin me jî xwest em weke Koma Nîsk Hunerê piştgiriyê bidin HDPê.”

Her lîstikvanek dema derdikeve ser dikê, bi hemû hêz û şiyana xwe dixwaze temaşevanan bixe nava wê atmosfera lîstikê. Lîstikvanên Nîsk Hunerê di Seyrana Li Çeper de temaşevanan hem dikin parçeyeke lîstikê û hem jî kampanyaya piştgiriya HDPê.

Lîstikvanê Nîsk Hunerê Bahoz Ozsunar anî ziman, “Hisaban bloke dikin, alîkariya xezîneyê dibirin. Ew ji me re ne pirsgirêk e. Her tim em li pişta partiya xwe ne û em ê her tim li pişta wan bin. Çi ji destê me were em ê bikin. Me gotiye ji lîstika me, ji bilêtên wê çiqas pere were em ê bidin wê.”

Lîstikvanê Nîsk Hunerê Hebîb Çelîk got, “Ez dixwazim ne tenê HDP hemû partî azad bin. Min dît ku pereyê wê xesp kirin, aboriya wê xesp kirin. Min jî qebûl nekir, me got divê em piştgirî bidin vê partiyê.”

Ne tenê lîstikvanên Nîsk Hunerê, Şanoya Bajêr a Amedê jî hin lîstikên xwe ji bo piştgiriya HDPê pêşkêş dike.