98 fîlm di festîvala Duhokê de tên nîşandan û 27 Kurdî ne

Duhok (Rûdaw) - 9emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê duh bi beşdariya 98 fîlmên biyanî û Kurdî yên weke kurtefîlm, fîlmên dirêj, belgefîl û animasyon destpê kir. Festîval dê heta 8ê vê mehê berdewam bike.

9emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê duh Pêncşemê 1ê Kanûna 2022yan bi fîlma pêşandana fîlma lîstikvan û derhênerê Kurd Husên Hesen ya bi navê Bûka Baranê destpê kir.

Derhenêrê fîlma Bûka Baranê Husên Hesen got: “Sala 2019an di heyama koronayê de me dest bi fîlmê kir, lê fîlm îsal temam bû. Di heyamê de bandroke mezin li ruhê aktor û ya min kir. Lê di dawiyê de me xilas kir.”

Di 9emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê de 20 kesên Kurd û biyanî weke jurî hatine destnîşankirin bo çar cureyên fîlman. 55 fîlm di pêşbirkê de ne û ji wan 27 Kurdî û 28 biyanî ne.

Endamê Lijneya Jûrî ya Festîvalê Şehram Elî jî got: “Ez hêvî dikim ku ev têkilya me li hemû parçeyên Kurdistanê taybet li festîvala Duhokê bibe sponser bo ew gencên me yên Duhokê û bajarên din ên Kurdistanê.”

Peyama sereke ya festîvala îsal ‘Koçberî’ ye û ji bilî nîşandana fîlman li sînemayan, dê 6 fîlmên dirêj ên Kurdî li Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê jî bên nîşandan.

Berpirsê Ragihandinê ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Hesen Arif got: “Bi taybetî di bûyerên dawî yên şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê û bûyerên Sûriyê de bûn sedem ku gelek kes ji welatên xwe koçî welatên din bibin. Duhok jî yek ji wan bajaran e ku gelek koçber û penaberan li xwe digire û vê yekê jî wiha kir ku peyama îsal a festîvalê koçberî be.”

Ji bo Festîvala Fîlman a Duhokê bi giştî 570 fîlm li ser înternetê hatine şandin, 98 fîlm ji bo gera 9emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê hatine hilbijartin, 51 fîlmên biyanî û 47 fîlmên kurdî

Hesen Arif herwiha da zanîn ku ji bo festîvala îsal 570 fîlm hatibûne şandin, lê tenê 98 fîlm hatin hilbijartin, ji wan 51 biyanî û 47 jî fîlmên Kurdî.