Serra Bucak: Cegerxwîn hêviya azadiyê ya Kurdan anî ziman
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî bîranîna nivîskar û helbestvanê navdar Cegerxwîn bû û diyar kir ku êş û hêviya azadiyê ya Kurdan anî ziman.
Cegerxwînê ku di ser mirina wî re 40 sal derbas bûne li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat bibîranîn.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê, ji bo 40emîn salvegera mirina Cegerxwîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê çalakiyeke bîranînê li dar xist.
“Cegerxwîn bandoreke mezin li ser Kurdan hiştiye”
Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucakê, di bîranînê de ku axivî û got ku Cegerxwîn bi jiyan û têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser Kurdan hiştiye û wiha domand:
"Di helbestên xwe de êş û hêviya azadiyê ya Kurdan anî ziman. Ji aliyê din, di jiyana xwe de xebatên siyasî meşand û ji bo ziman û çanda Kurdî jî têkoşîn kir.
Ji bo ku gel hemû ramanên wî fam bike, di helbestên xwe de Kurdiyeke sade, paqij û bi awayekî hêsan bi kar anî.
Ev jî bû sedema pêşketina zimanê me. Ji helbestên Cegerxwîn gelek beste û stran hatin çêkirin."
“Bandora risteyên wî li Ser Kurdan hîn jî berdewam e”
Bucakê diyar kir ku helbestên Cegerxwîn di serdema xwe de wekî daxuyaniyên siyasî di nav gel de digeriyan û bandora malik û risteyên wî li ser Kurdan hîn jî berdewam e.
Bucakê ev çarîna Cegerxwîn xwend:
"Bilbil ma tu zanî ez kî me/ Tu her azad î lê ez dîl im/ Bêhêlîn û bêwar, bêdîn û bêîman/ Ez Cegerxwîn im, xortê Kurd im"
“Xebatên ji bo ziman tên meşandin bi qîmet in”
Bucakê bi gotina, "Em baş dizanin ku dilê her Kurdekî ji bo vî bajarî lê dide. Em wek hevserokên vî bajarî, serbilind in ku em li Amedê ji bo helbestvanê mezin Seydayê Cegerxwîn kom bûne" spasiya xwe pêşkêşî kesên ku di amadekirina bîranînê de xebitîn kir.
Bucakî her wiha got:
"Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji salên dirêj ve li ser ziman û çanda Kurdî xebatan dike, em spasiya wan jî dikin.
Joyce Blau, yek ji damezrînerên Enstîtuyê, berî mehekê wefat kir. Xwedê efû bike.
Em ji bo xizmeta wê ya ji bo zimanê Kurdî spasdar in. Hemû nivîskar û xebatkarên zimanê Kurdî, kedên we ji bo me wek welatek e. Nayê jibîrkirin.
Em xebat û kedên hemû saziyên Kurdî û weşanxaneyan pîroz dikin. Ev xebatên ku ji bo vî zimanî tên meşandin, xebatên pîroz û bi qîmet in."
“Me Rêveberiya Bipêşxistina Zimanî ji nû ve ava kir”
Bucakê destnîşan kir ku ew dê wekî Şaredariya Mezin a Amedê piştgiriyê bidin her cure xebatên zimanî, got:
"Ji ber vê yekê me Rêveberiya Bpêşxistina Zimanî ji nû ve ava kir. Ez hêvî dikim ku em bibin hevparê vê xebata pîroz."
Bernameya bîranînê, piştî axaftinên beşdaran bi guhdariya muzîkê ya ku tê de helbestên Cegerxwîn hatin pêşkêşkirin, bi dawî bû.