Dîwana ‘Dupa Eşqê Qîza Şivîn’ a Çerkezê Reş çap bû

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê dîwana helbestvan Çerkezê Reş a bi navê “Dupa Eşqê Qîza Şivîn” çap kir.

Weşanên Avestayê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku wan dîwana ‘Dupa Eşqê Qîza Şivîn’ a Çerkezê Reş çap kir.

Helbestek ji dîwanê:

Te li çiyayê me ye kubar

Baq nekiriye kulîlkê xas,

Û siba ber bi kaniya tu car

Nexingiriyî sivik, pêxas.

Te ra nenas û xerîb in

‘Emrê ferih, bêrî, zozan,

Tu dixwezî ku tim hebin

Baxçe, êvar û ramûsan.

 Vî bajarî tu hejandî

Bi herrojiya xwe ye pir germ,

Lê ez lawê çiya me gendî,

Lema jî hev fe’m nekin em.

Çerkezê Reş kî ye?

Çerkezê Reş helbestvan, fîlolog, akademîsyen, siyasetmedar, wergêr û rojnameger e.

25ê Tebaxa sala 1955an li maleke Kurdên Êzidî, li bajarê Êçmiyadzînê yê Ermenistana Sovyêtê ji dayîk bûye.

Sala 1977an Fakûlteya Fîlolojiyê ya Enstîtuya Pêdagogiyê (Xaçatûr Abovyan) xilas kiriye û di pê re di heman fakûlteyê de bûye asîstan û mastera xwe sala 1980yî xilas kiriye.

Sala 1984an doktoraya xwe bi şêwirmendiya Prof. Heciyê Cindî parast û bû akademîsyenê beşa Ziman û Edebiyata Ermenan.

Di salên 1990-1992yan de li Zanîngeha Davît Anhaxtê ya Rewanê bingeha beşa Kurdolojiyê danî.

Piştre di salên 1993-1997an de li Zanîngeha Dostaniya Gelan a Moskowê dersên ziman û edebiyata Kurdî dan.

Tevî xebatên xwe yên akademîk berpirsyariya kovara polîtîk Kurdistan Raporta ku li Moskowê bi Rûsî û rojnameyên Welatê Rojê (Mezopotamya), Sîncar, Botan ên ku li Rewanê bi Kurdî û Ermenî derdiketin kiriye.

Di navbera salên 1997-2007an de Serokatiya Komeleya Kurdistan Komîteyê kir.

Çerkezê Reş 20ê Adara sala 2008an wefat kir.

Çerkezê Reş heta niha bi dehan gotar û pirtûkên edebî, rexneyî û zanistî nivîsandine ku gelek ji wan nehatine çapkirin.