Sonya Bêtûşî dibe pêşkêşkar

Hewlêr(Rûdaw) - Dîzaynera kurd Sonya Bêtûşî ragihand ku ew di demeke nêzîk de bernameyeke taybet bi modeya cilûbergan di kanaleke ezmanî ya Herêma Kurdistanê de pêşkêş dike.

 

Sonya, ku xwediya çend dîzaynên cilûbergên jinan ên kurdî ye, derbarê wê bernameyê de ji Rûdawê re got: “Ew bernameya min ji bo wê yekê ye ku xelkê Kurdistanê di warê mode û dîzayn de şareza bikim û bikarim bi vî rengî pêngavekê ji bo pêşxistina mode û dîzaynê li Kurdistanê bavêjim û arîkariya jinan bikim ku bikarin cilûbergên hêjayî xwe li xwe bikin.”