‘Tefsîra Quranê’ ya Kurdî ya Kamiran Alî Bedirxan hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – “Tefsîra Quranê” ya Kamiran Alî Bedirxan berî 80 salî bo Kurdî wergerandibû û beşek jê di sala 1941an de di Kovara Hawarê de belav bûbû, wekî pirtûk çap bû û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat belavkirin.

Weşanxenya Avestayê “Tefsîra Quranê” ku Kamiran Alî Bedirxan, berî 80 salî kiribû Kurdî û beşek jê di sala 1941ê de di “Hawar”ê de belav bûbû, wekî pirtûk ligel nivîsên orjînal belav kir.

Pirtûka Tefsîra Quranê ji 368 rûpelan pêk tê.

Weşan xaneya Avestayê dibêje: “Ev xebat tam bû xebateke muşterek. Ev 7-8 sal e me hewl dida, heta ku dibe ‘tefsîr’ bê kêmasî were çapkirin.’

Weşanxaneya Avestayê di danesîna pirtûrkê de dibêje:

“Kamiran Alî Bedirxan, li pey xwe gelek xebatên qedirbilind hiştine. Yek ji wan jî meala Qur’anê ya bi navê Tefsîra Qur’anê ye. Li gora zanyariyên li ber destê me ne, kesê ku ewil meala Qur’ana Pîroz bi zaravayê kurmancî û tîpên latînî amade kiriye, Kamiran Bedirxan e. Lewra wî di navbera salên 1941-1943yan li Suriyeyê di Kovara Hawarê de û li Libnanê di navbera salên 1945-1946an de di Roja Nû de bi tîpên latînî bi navê Tefsîra Qur’anê hin beşên Qur’anê bi kurdî (zaravayê kurmancî) weşandiye. Her çiqas navê vê xebatê Tefsîra Quranê be jî, divê bê zanîn ku ev bi te‘bîra me ya îro meal e. Ev meal, ji serê Qur’anê heta dawiya sûreyê En‘amê (Sûreyê Dewara) hatiye weşandin.

Ev xebat tam bû xebateke muşterek. Ev 7-8 sal e me hewl dida, heta ku dibe “tefsîr” bê kêmasî were çapkirin. Bi gelek kesên di serî de di meal, tefsîr, ilmên îslamî, destxet û zimên de pispor, me sohbet kir, li wan guhdarî kir û hêdî hêdî dest bi vê xebatê kir. Piştî 79 salan bi çapkirina yekem meala kurdî ku Kamiran Alî Bedirxan, yek ji avakarê girîng ê ziman, kultûr û nasnameya kurdî, em kêfxweş û serbilind in.”