Pêşangeha Pirtûkan: Hem weşanger û hem xwîner bi gazin in

Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana aboriyê û bilindbûna enflasyonê bandoreke mezin li kirîn û firotina pirtûkan kiriye.

Hem weşangerên diçin pêşangehan, hem jî xwînerên tevlî pêşangehan dibin ji bihayan gazinan dikin.

Li Stenbolê di heyama payîzê de hejmareke zêde ya pêşangeha pirtûkan û festîvalên çand û hunerî tên lidarxistin.

Şaredariya Kuçukçekmeceyê festîvala ‘Rojên Pirtûkan’ saz kir.

Derdora 40 weşanxane û 70 nivîskar beşdarî bernameya ‘Rojên Pirtûkan’ dibin.

Weşanxane ji bo pêşangeha pirtûkan berhemên xwe erzan dikin.

Weşanxaneyên Kurdî cih negirtibûn lê pirtûkên bi Kurdî li ser standên Kooparatîfa Weşangeran hebûn.

Duyemîn Rojên Pirtûkan a Kuçukçekmeceyê dê heta 6ê Çiriya Pêşînê berdewam bike.

“Pirtûk gelekî biha ne”

Xwînera bi navê Kadriye Muftuogluyê got:

“Pirtûk gelekî biha bûne. Pirtûkên nû hatine çapkirin ji 400 lîreyî dest pê dikin.

Min niha li standên pirtûkan nihêrî, hebûna weşanxaneyên cuda pir xweş e.”

Xwînera bi navê Nurten Karla jî ji bernameyê kêfxweş e û anî ziman:

"Ev bername xweş e, bihayê pirtûkan jî baş in."

Bi giştî berhemên klasîkên cîhanê û pirtûkên aktuel tên kirîn.

Derdora 40 weşanxane û 70 nivîskar beşdarî bernameya ‘Rojên Pirtûkan’ bûne.

Weşanxane ji bo pêşangehê pirtûkên xwe ji sedî 40î erzan dikin ku xwîner karibin bikirin.

“Qeyrana aborî bandor li me kiriye”

Berpirsê Weşanxaneya Alefê Sînan Kiliç jî li ser bihayê pirtûkan got:

“Bihayê pirtûkan pir bilind bûne. Wekî her tiştî û helbet ev bandoreke mezin li me dike.

Loma jî xelk kirîna tiştên çandî kêm dike. Em pêşangehên wiha biçûk gelekî baş dibînin.”

Her çiqas weşanxaneyên Kurdî di pêşangehê de cih negirtibin jî pirtûkên bi Kurdî yên Weşanên Avesta û Weşanxaneyê Lîsê li ser standên Kooparetaîfa Weşangeran (YAYKOP) cih girtin.

“Pirtûkên Kurdî tên sansurkirin”

Berpirsê Weşanên Ceylanê Huseyîn Gultepe jî wiha axivî:

“Li vir meriv nikare zêde pirtûkên bi Kurdî bibîne.

Di pêşangehên wiha de, çi yên şaredariyan çi yên li derve weşanen Kurdî tên sînordarkirin û sansurkirin.”

Xwînerê bi navê Abdulazîz Delen jî li ser nebûna weşanxaneyên Kurdan wiha axivî:

“Weşanxaneyên Kurdî gelek kêm in. Lewma xwînerên pirtûkên Kurdî jî gelekî kêm in.

Sedemên wê hene. Lazim e hejmara weşanên Kurdî zêde bibin.”

Duyemîn Rojên Pirtûkan a Kuçukçekmeceyê dê 9 rojan berdewam bike.

Di bernameyê de dê nivîskar ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze bikin û gotûbêj û atolyeyên hunerî werin lidarxistin.