Li Amedê di bin stêrkan de şanoya Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Koma şanoyê ya Mêrdînê, Şaneşîn Performans li Amedê li baxçeya Wêjegeh Amedê bi lîstika ''Bêcir'' derkete pêşberî hunerhezan.

Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtiya hin mamosteyên Kurdî û hin dilxwazên vê qadê ve, di 9ê Sibata 2022an de li Mêrdînê hatiye avakirin.

Koma ku bi armanca xizmetguzariya Şanoya Kurdî û Zimanê Kurdî hatiye avakirin lîstikên navdar ên cîhanê adapteyî Kurdî dikin û derdikevin pêşberî hunerhezan. Lîstika ''Bêcir'' ji sê lîstikên Molîere bo Kurdî hatiye adapte kirin pêk tê û li bajarên cûda tê nîşandan.

Şaneşîn Performans doh êvarî Yekşemê jî bi vê lîstikê di bin stêrkan de li baxçeya Wêjegeh Amedê derket dikê. Ji bo lîstika ''Bêcir'' girseyeke qelebalix li Vîllayên Dîclekentê li baxçeya Wêjegeh Amedê kom bûn û bi kêfxweşî temaşeyî lîstikê kirin.

Lîstika ku derhêneriya wê Recep Îçen dike, şanogerên Şaneşîn Performansê Sakîne Salyaci, Taehlo, Şîrîn Saglam, Wedat Ermiş, Şukran Algul, Xalid Ertoşî, Pîroz Şêr, Argentina Birgun, Selamî Çelîk û Şêrko Janzem weke lîstikvan cîh digirin.