Di rojên Koronayê de ji bo zarokan çîrokên Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Zarokan Hîva ji bo ku di van rojên koronayê de zarok û mezin li mala xwe bin û aciz nebin çîrokan Kurdî dixwînin û li ser kanala xwe ya youtubê û li ser Tweterê parve dikin.

Pepûk, Çûçik û Pîrê, Hebîbê Necar çîrokên gelêrî yên ku ji alî Ulku Bîngol hatiye berhevkirin û hatiye xwendin heta niha hatiye weşandin.

Di vê çarçoveyê de Weşanxaneya Zarokan Hîva jî xebatek daye destpêkirin û li gor vê her roj ew çîrokek ji bo zarokan dixwînin û wê ji ser hesabê xwe yê Youtube re parve dikin.

Çîrokên di Kovara Ronahiyê de di sala 1942 de hatiye weşandin jî wek Şêr û Kêvroşk, Xezna Koseyan, Dîk û Kîso, Şêr û Kîso jî dîsa ji alî Ulku Bîngol ve hatiye xwendin.

Herwiha çîrokek bi navê ‘Xewroşka Welatê Maran’ ya Ulku Bîngol li ser Youtubê heta niha hatiye weşandin.

Ji bo van çîrokan hûn dikarin ji ser hesabê wan re guhdarî bikin.