Li Enqerê pêşangeha pirtûkan bêyî pirtûkên Kurdî hat sazkirin

Enqere (Rûdaw) – Li Enqerê pêşengeheke mezin a pirtûkan hat vekirin û di pêşengehê zêdetirî 265 weşanxane beşdar bûne. Ev çend sal bûn ku di pêşengehên pirtûkênli Enqerê de hejmara weşanxaneyên Kurdî kêm dibû û di pêşengeha dawî de jî ti weşanxaneyên kurdî beşdar nebûne.

Yek ji pêşengehên mezin ên pertûkan her sal  li Enqerê tê vekirin .  Di pêşengehê de 265  weşanxane û zêdetirî 200 pirtûkxaneyên beşdar bûne. Li gorî amarên berdest di her hefteya yekem a pêşangehê de 558 hezar û 210 kesan seredana pêşengehê kir û 1585 çalakî û panel û rojên imzeyan hatin encamdan.

Yek ji nivîskarên mevan di pêşengehê de aktor û nivîskarê navdar ê  Kurd  Îlyas Salman bû.   

Îlyas Salman bal keşande ser hawirdorparêziyê û got: “Em li dinyayekê dijîn û lazim e, em dinyaya xwe nas bikin û bizanin ka sîya dinyayê dikevî kîjan alî, xiyaneta herî mezin  ew e ku mirov dinyayê bijî lê dinyayê nas nake.”

Pêşengeh bo gellek weşanxaneyan jî dibe derfet ku bikarin pirtûkên xwe yên nû bidin nasandin û bi rêya firotina pertûkan jî qezancê xwe zêdetir bikin, lê beşek ji wan weşanxeyan  gazindê ji xirabûna rewşa aborî dikin.

Xwedî pirtûkxaneyê Cemîl Taş jî dibêje: “Pêşengeh gellek baş e, dibistanên me gellek serkevtî ne. Gellek kes hatin,  ji xwe xelkê Enqerê ji xwendinê hez dike.”

Xwedî weşanxane Mehmet Sorhan jî diyar kir ku aborî Tirkiyê niha nebaş e, xelk serdana pêşangehê dikin, lê kar  tine.

Di qada pêşengehêde herî zêde xwendekaran cih girt û ji gellek dibistanên Enqerê xwendekaran seredana qada pêşangehê kirin.

Xwendekar Elîf Yilmaz dibêje: “Hindek weşanxaneyan daşkandineke yekcar baş kirine, ev  jî bo me xwendekaran  derfeteke baş e.”

Xwendekar Suna Başçi got: “Pêşengeh baş e û xweş derbas dibe, ez bawerim bo Enqere tiştên wisa gellek baş in.

Di pêşengehê de pirtûkên hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş “Seher” û “Devran” jî hatin firotin lê ti pirtûkên kurdî di pêşneghê de cih negirtin.