Îro 10 sal di ser koça dawî ya Mela Nûriyê Hesarî re derbas dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 10 sal di ser koça dawî ya helbestvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mela Nûriyê Hesarî re derbas dibin. Mela Nûrî ku sala 1934an ji dayik bûbû di 25ê meha çile ya sala 2011an wefat kir. Hesarî gelek dîwan û berhemên hêja li pey xwe hiştin û helbestên bedew li ser welat, ziman û axa Kurdistanê nivîsandin.

Helbestvan û zimanzanê Kurd Mela Nûriyê Hesarî sala 1934an li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû. Ew wek Seydayê Pirêşan jî tê nasîn. Ji destpêka sala 1967an ve, Mela Nûriyê Hesarî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dijiya.

Mela Nûrî gelek berhem afirandin. Ji berhemên wî yên çapkirî: Şoreşa Berzanî- Zeviyek Gazîdan - Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî - Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî. Gelek berhemên wî hê jî destnivîs in û nehatine çapkirin wek berhemên rêziman, ferheng û nexasim çend dîwanên helbestan.

Hesarî ku roja 25ê meha çile ya sala 2011an, di 78 saliya xwe de ji dinyaya me bar kir, di hemû berhem û helbestên xwe de kul û derdên gel û welatê xwe tîne ser ziman û her li ser wan bi axîn û nalîn e.

Li ba wî, derdê welat ji hemû derdan li pêştir bû, xema wî ya mezin her serbestiya Kurd û Kurdistanê bû. Ew bi hemû bêtar û êşên Kurdan re digiriya. Bi bone û helkeftên wan ên şadiyê re jî dibişirî û bi gêncan re diket govend û dîlana azadiyê de.

Di helbesta xwe ya li ser Newrozê de, Mele Nûrî wiha dibêje:

Qîza ciwan û gulperî

Şewq û şemala xweserî

Ger tu dixwazî koçerî

Mizgîn didim va bû bihar

 

Dakev ji wê asêgehê

Adar giha roja nehê

Serbest were vê bergehê

Bê tirs li ber çavê neyar

 

Bendî te ne pir qehreman

Kom bûn li ber av û çeman

Piştî tu çû ew pey te man

Em tev ji xewnê bûn şiyar