Hosteyên têlkariyê yên Kurd û Suryanî dixwazin pîşeya wan derbasî nifşên nû bibe
Mîdyad (Rûdaw) - Têlkarî ew kar e ku zîv û zêr wek têlên zirav têne jêkirin û bi awayekî hunermendî têne honandin. Hostên têlkariyê bi saya hunera xwe li ser lajwerdên wek zîv û zêr bi hûrgilî dixebitin û bazin, gerdenî, guhar û gustîlkan çêdikin. Tevî ew bi piranî di çêkirina xişr û zînetan de tê bikaranîn jî di çêkirina kel û pelên din de jî ew tê bikaranîn.
Sênî, şekirdank, qutiyên gewheran û kember hin ji wan berheman in ku bi awayê têlkariyê têne çêkirin û edilandin. Yek ji sereke taybetmendiya vê zinaatê ew e ku jê re sebreke mezin divê. Ew şaxeke hunerê ye ku hostên wê bi ked û behremendiyên xwe berhemên bêhempa diafirînin.
Di roja îro de ev huner ji ber bikaranîna makîneyan êdî ber bi tunebûnekê ve diçe lê belê hê jî hin hostên hêja hene ku terka têlkariyê nekirine û ew vê pîşeyê bênavber berdewam dikin. Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê gelek hostê têlkariyê hene ku hem hunera xwe pêk tînin û hem jî hewl didin ev kar derbasî nifşên nû bibin.
Li bajarokê Midyadê ku girêdayî bajarê Mêrdînê ye hostên Kurd û Suryanî vî karê dîrokî ji pêşrewên xwe wergirtine û hewl didin ku ew derbasî paşrewên wan bibe. Bi vî hawî têlkarî dibe şaxeke hunerê ku ew ji nifşekê derbasî yeke din dibe.
Li Midyadê hosteyekî taybet heye ku hem li zanîngehê dersên têlkariyê dide û hem jî ew bi xwe vî karî dike.
Hosteyê têlkariyê Murat Aslan wiha behsa ku wî kengê û çawa dest bi vê hunerê kiriye dike: “Têlkarî navê wê ji çêkirina têlên zirav tê ku ew bi destan têne çêkirin. Têlkarî ji 3 hezar salan bi saya Suryaniyên Midyadê destpêkiriye û heta niha jî berdewam dike. Serê peşî bi sifirê destpêkirine lê ev hezar sal e ku zîv û zêr jî tê bikaranîn. 35 sal berê ku min dest bi vî karî kiriye li Midyadê 42 kargeh hebûn û nêzîkî 800 kes vî karî dikirin. Ev kar karê sebrê ye. Yê ku sebra wî nebe nikare vî karî bike. Sebir gelekî pêwîst e jê re.”
Di pêkanîna vê hunerê de gavê pêşîn kêşandina têlan e. Zîvê saf pêşî tê helandin û jê têlên zîvîn têne birîn. Tê gotin ku ziraviya van zîvan heta 40 mîkronî tê tenik kirin. Ew têl jî dûre bi saya agir tê nermkirin. Li gor cureyê ku dê were amadekirin jî qusandina wan destpêdike. Beriya wê pêwîst e hun li ser kaxiz tişta ku dê were çekirin xêz bikin. Li gor wê jî zîv bi rêya lehîmkirine bi hev ve tê zeliqandin. Bi wî awayî çarçova kar derdikeve holê. Piştî wê merhalê nava çarçoveyê bi têlên zîvîn tê honandin û neqşa wê destpêdike. Dûre ew bi hev ve tê lehîmkirin û tewandin. Wisa zîv tê tanga ku tê xwestin. Helbet di van pêvajoyan de zîv ji ber agirê pile bilind hinekî diherime. Lewma divê ew bê paqijkirin û sipîkirin. Ji bo ew hilû û paqij bibe aveke wê ya taybet heye. Dema we zîvê xwe di wê avê de werda ew êdî paqij dibe û reşayiya wê jê diçe.
Hostê Kerîm Aslan ku ew kesekî suryaniye ye behsa pîşeyê dike ku bi çi awayî ew tê çêkirin: “Navê min Kerîm Aslan e. Ez bi eslê xwe Suryanî me. Temenê min 35 e û ev 22 sal in ku ez vî karî pêk tînim. Ji ber ku ev pîşe karê bav û kalên me ye min ew hilbijart. Em dixwazin ku ew berdewam be. Her wiha daxwazeke me jî ew e ku ev kar li tevahiya diynayê were nasîn. Ev hunereke ku bi têlên zirav tê pêkanîn. Çi navdank be an vazo, şekirdank an sênî be em çêdikin. Herwiha çentê jinan, zendik, guhar û gerdenî jî hin ji wan cûreyane ku em berhem tînin.
Dîroka Têlkariyê diçe heta sê hezar salan beriya zayinê û ew di roja me de hê jî wek hunereke serbixwe dijî. Ew navê xwe yê taybet ji têlan werdigre ku di çêkirina wê de têlên zîv û zêrîn têne bikaranîn. Li Midyadê hostên têlkariyê vê hunera taybet û bêhempa bênavber berdewam dikin ku temenê wê bi hezar salan tê pîvan. Ew bi vê rêyê dikin ku ev huner berdewam be û derbasî nifşên nû bibe.