Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a Kurdî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Herçiqasî bêhna klasîzmê ji pênûsa wî difûriya jî, lê Sasonî di warê hûnandina helbestê de xwedî şêwazeke taybet bû.
Sasonî ku danerê dîwana "Şîpek ji Berfa Mereto" ye, helbestên xwe wek helwesteke wijdanî û piştevaniya dad û heqiyê dinivîsîn, bi taybetî di berevaniya doz û mafên gelê xwe yê Kurd yê bindest de. Lewma jî her çiqasî Sasonî di bin tariyê de mabe jî, lê helbestên wî yên qeşeng her çirisî dimînin.
Xelîl Sasonî mirovekî pir hestyar û evîndarekî dilnazik bû. Gelek helbestên evîndariyê jî nivîsîne, lê evîna welêt her û her di dilê wî de geş bû. Ristên Sasonî bi evîndarî û eşqa Kurdistanê tije ne, gelek helbestên wî yên neteweyî jî bûne stran û li sar zar û zimanan geriyane.
Sasonî bi dilekî şewitî li ser bêtarên kurdan digirî. Nexweşiya xwe ya giran ji bîr dike û li ser jan û kovanên gel û welatê xwe dike kalîn û zarîn. Wî bi rêya helbestên xwe her digot Ez Kurdistanekê dixwazim ku tê de nebin jar û feqîr û ji hemû lawên xwe re be.
Xelîl Sasonî di helbesta xwe "Welato" de ku sala 1983an li Qamişlo afirand, wiha dibêje:
Ez dengbêj im tu şepal î
Her li ser te distirêm
Ên mejî zingar neyarên
Lavij û bestên min in
Torevan im ristevan im
Her pesindarê milet
Lê xwedî şaş dijminê
Van tore û ristên min in
Zorîkar û xwînmij in ew
Dijminê postê min in
Lê spas îro belengazên
Welat dostên min in