Pirtûka 'Li Keviya Rê' ya Bertolt Brecht bi Kurmancî derket

Bergê pirtûkê /Wêne: Weşanên Avesta

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Bertolt Brecht a bi navê "Li Keviya Rê" ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka "Li Keviya Rê" ya Bertolt Brecht pirtûkeke helbestan e û Serhat Aydin ew ji Almanî wergerandiye Kurdiya Kurmancî.

"Li Keviya Rê" ku ji 88 rûpelan pêk tê helbestên bijarde yên Bertolt Brecht li xwe digire.

Ev jî beşek e ji helbesta "Li keviya Rê":

Li keviya rê rûniştî me.
Ajovan tekerê diguhere
Ji cihê ku têm, ne qayîl im.
Cihê ku herimê, pê ne qayîl im.
Çima li guhertina tekerê temașe dikim?
Wisa bêsebr!