Li Êlihê sempozyûma çand û ziman hate lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Êlihê bi armanca balkişiandina ser pirsgirêkên zimanê Kurdî sempozyûma çand, ziman û perwerdehiyê hat lidarxistin.
Sempozyûma ziman ji alîyê komeleya Arî -Derê ve hat lidarxistin ku ev komeleya lêkolînên ziman û çandêye û xebatên bi vî rengê bi rêve dibin. Sempozyûm li navenda Tahir Elçî ya baroya Êlihê hat birevibirin. Deh axivêrên ku di qada ziman, çand û folklorê de şarezane gotarên xwe pêşkeşî beşdarvanan kirin û beşdarvan jî bi pirsên xwe têkelî sempozyûmê bûn.
Sempozyûma ziman ji sê rûniştinan pêk hat ku di beşa ewil de li ser ziman û netewesazî, di beşa duyem de li ser ziman û bişaftinê, di beşa sêyem de jî li ser babeta ziman çand û folklorê de hat sekinandin. Beşek ji axêvêran bi rêya onlîne gotarên xwe pêşkeş kirin beşek jî raste rast li salonê amedebûn.Şênîyên êlihê jî eleqeyek zêde nîşanî sempozyûmê kirin.
Komeleya lêkolînên ziman û çandê ya Arî-Derê li Batmanê li salona Tahir Elçî ya Baroya Batmanê bi beşdarîya hejmarek zêde şênîyên batmanê sempozyûma çand ziman û perwerdeyê lidarxist.
Hevserokê Komeleya Arî Derê Mazlûm Bûksel dibêje “Hişmendîya ziman ji pêşenga destpê dike. Heke di pêşengê me de di komele û sazîyên me de hişmendîyek tune be em nikarin di gelê xwe de jî vê hişmendîyê ava bikin. Sedem û armanca vê sempozyûmê ya herî girîng ev bû.”
Sempozyûma ku bi armanca bal kişandina ser rewşa zimanê kurdî hat lidarxistin ji sê rûniştinan pêk hat û axivêrên ne li salonê bi awayê onlînê axivêrên li salonê jî rasterast gotarên xwe pêşkêş kirin.
Zimanzan Samî Tan got “Ji bo pêkanîna statuya zimanê xwe divê em têkoşîn bidin.Divê em vê jî dîyar bikin,em dixwazin ku zimanê me bibe zimanê fermî. Taybetî em dixwazin li Kurdistanê bibe zimanê fermî. Ji bo ku em vê plansaziya zimankujiyê ya Tirkiyê di destpêka avakirina komara xwe de danîye em biguherin, qet nebe em demokratîze bikin ku cîh ji kurdî re jî vebe.”
Di sempozyûma ku ji sê rûniştinan pêk hat de zimanzan, lêkoler û wêjevan di beşa ewil de li ser ziman û netewesazî, di beşa duyem de li ser ziman û bişaftin, di beşa sêyem de jî di derbarê ziman çand û folklorê de axivîn û ji beşdarvanan pirs girtin.
Zimanzan Mîkaîl Bulbul diyar kir “Pirsgirêka sereke bikarneanîna zimanê Kurdî ye. Kêmbûna axavtinê ye.Roj bi roj kêmtirbûna wê ye. Em bêjin ku ziman transfer nabe. Transferî nifşên nû nabe. Ji bo zimanek xetereya herî mezin ev e. Wexta zimanek ji dê û bavan transfer nebe veguhestin çênebe kirîzek mezin ji bo wî zimanî heye. Kurdî anha di wî halî de ye.
Di sempozyûma ziman de ji bo kampanyaya fermîbûna zimanê Kurdî ya ku ji alîyê tora çand û zimanê kurdî ve di 21 Sibata 2021an de hatibû destpêkirin îmza jî hatin komkirin.
Lêkolîner Zeynep Yaş ragihand Girîngîya ziman û çanda kurdî di rojhilata navîn de ji bo hemû mirovantîyê gir3ing e û mafek mirovantiyê ye ku ji bo parastina wî kar û xebat tên kirin.”
Di sempozyûmê de Zana Farqînî li ser babeta Ziman û Nasname, Samî Tan şaredarî û plansaziya zimanî, Mîkaîl BulbulStandardîzasyon û netewesazî, Heyder Dîljen Perwerdeya zimanê dayîkê, Şerîf Derînce Tecrubeyên zarokîstan û dibistanên Kurdî, Behrûz Şûcaî Ziman û derûnîya civaka kurd, Bahoz Baran Hişmendîya ziman û bişaftin, Celîlê Celîl Ziman û folklor, Zeynep Yaş folklor û bîr, û Mem Mûkrîyanî jî Tesîra xebatên folklorê li ser xebatên zimanî de xîtabî beşdarvanan kirin û sempozyûm bi wî şiklî bi dawî hat.