Alî Înanir klîbeke nû belav kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku bi Alî Dersîmî jî tê naskirin, klîbeke nû bi navê “Raya Erzîngan” belav kir.
Klîba hunermed Alî Înanir “Raya Erzîngan” ji aliyê Anadolu Muzîkê ve hat belavkirin.
Klîba ku li ser hemû platfomên dijîtal ên muzîkê hatiye belavkirin bi Kirmanckî/Zazakî ye, dîmenên wê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Hunermendê Kurd Alî Înanir ji Rûdawê re da zanîn ku aranjmanê klîbê Mustafa Demîr, mix & masteringin Aziz Yigit hatiye çêkirin û derhêner jî Mihmed Gerdî ye.
Bakurê Kurdistan ji dayik bûye, dema 15 salan e karê hunerî dike û di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê “Zerrî Dej” belav kir. Heta niha 3 albûmên wî hatine belavkirin.
Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videoklîp jî belav kirine weke “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu”
Gotinên strana Raya Erzîngan:
Seri zerriyam zof zandano
Aqîl sêri mıde sono
Xeribiye çîka zoro
Seva tore ez mireno
Zerrim tore zof weseno
Sevep tiya ez mireno
Sona erzingane yenê
Ez zerriya xo çîk bikerê-(çîk vaceri)
Na ra hatta key qedino
Aqîl serdî nêfîndenê
Fînde na ra mire wenê
Ez mirena tu vinenê
Erzingane to biweso
Waştîyamı kê tedê esto
Ekê a'yê to mı nêarda
Çê u bone to bîrîjno
Tukê zerriya mı nêrusna
Na dîna ser tu birîjno