Yekemîn Festîvala Kobanî ya Kurte Fîlman a Navdewletî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn Festîvala Kobanî ya Kurte Fîlman a Navdewletî hat ragihandin û roja dawiyê ya wergirtina Kurte Fîlman, roja 30ê Hezîranê ye.

Festîvala Kobanî ya Kurte Filman a sala 2020an, ji ber belavbûna vîrusa koronayê bi awayekî online birêve diçe û plan heye ku di xulên pêş de, ew festîval li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê were sazkirin.

Festîvala Kobanî ya Kurte Fîlman dê 4 xelatan pêşkêş bike, ew jî, Xelata Baştirîn Fîlm, Baştirîn Derhêner, Baştirîn Senaryo û Xelata Komîteya Nirxandinê, û heta derdora 75 kurte fîlmên Kurdî, Erebî û Ewropî gihiştine festîvalê.

Amedekaran, Yekemîn Festîvala Kobanî ya Kurte Fîlman a Navdewletî ragihandine û roja dawiyê ya wergirtina Kurte Filiman, roja 30ê vê meha Hezîranê ye û ragihandina encaman jî, wê heftiyekê piştî roja dawiyê ya wergirtina fîlman be.