Hunermendekî Kurd 10 sal in li hewşa mala xwe karê hunera destan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wênesaz û şêwekarê hûnera karê destan Yilmaz Kaya yê ji parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê, ji kevir, dar û kutikên hişk ên di xwazayê de û ji gundirê avê yên ku di hewşa dezgeha xwe de diçîne, şêweyên hunerî yên gelek xweşik berhemtîne.

Kayayê ku ji zaroktiya wî ve karên hunerê bala wî dikşîne, ev 10 sal in weke hoste karê şêwekariya hunera destan dike. Kaya wiha behsa çîroka destpêkirina şêwekariya xwe ya hûnera destan dike. 

Şêwekar Yilmaz Kaya diyar dike, “Li gundekî, min kûndirê avê dîtibû, xwediyê wê ji min re got ev dê bi kêrî te bê, min jî ew anî û bi amûrên li ser dest mi ew neqişand û berhemek xweşik jê çêkir, çîroka min wiha destpêkir.”

Şêwekar û hosteyê hûnerê karê destan bi berhemanînê ve bi sînor namîne û ji bo pêşxitin û nûjenkirina hûnera karê destan komeleya lêkolîn û pêşxistina hûnera destan sazdike.

Şêwekar Yilmaz Kaya dibêje, “Di 2017an de, komeleya lêkolîn û pêşxistina şêwekariya destan min sazkir. Niha tevî 20 endamên wê yên xwepexş em hewildidin şêwekariya destan ya ku ber bi tunebûnê ve diçe lêkolîn bikin û bi awayê nûjen pêşkêş bikin.” 

Osteyê hûnera destan ku ji kundirê avê, gelek berhemên hûnerî weke abajor, darbûka, empûlên şevê û gramophone berhemanîne, di dema belavbûna nexweşiya Coronayê de, di dezgeha xwe ya xwazayî de, li gel berdewamkirina karên xwe, hêjmarek xwendekarên hûnera destan bê pere perwerde kirine.