Hunermendê Kurd Çiya hat destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê hunermenda navdar a Kurd Rojda Şenses, Çiya Şenses ku bi xwe jî hunermendek berniyas ê Kurd e, li bajarê Stenbol ê Tirkiyê hat destserkirin.Rojda Şenses li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û daxwaza azadkirina birayê xwe kir.

Îro 18ê Adara 2022ê di demjimêrên sibehê de hêzên ewlekariya Tirkiyê bi ser mala hunermendê Kurd Çiya Şenses de girtin û ew desteserkirin.

Li gor zanyariyan Çiya Şenses bo Rêveberiya Ewlekariya Cadeya Vatan a Stenbolê hatiye birin û heta niha sedema destserkirina wî nayê zanîn.

Çiya Şenses di heman demê de birayê hunermanda Kurd Rojda Şenses e. Rojda Şenses derbarê girtina birayê xwe de, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û ragihand, Çiya Şenses sibehê bi operasyonekê hatiye desteserkirin û rê bo parêzaran nayê dayîn ku hevdîtinê ligel bikin.

Rojda bo berdana birayê xwe bang li aliyên peywendîdar jî kir û tekez kir  birayê wê heta niha ji bilî stranên Kurdî ti tawanek nekiriye.

Hunermend Çiya Şenses xelkê parêzgeha Sêrta Bakurê  Kurdistanê ye û yek ji edamên koma muzîkê ya bi navê “Koma Gulên Xerzan” e. Heta niha gelek stranên Kurdî gotine û çend albûmên wî hene.