Piyanîsta 6 salî ya ji Amedê li Amerîkayê bû duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Delal Arîn Demîrel a 6 salî ya ji Amedê di Pêşbirka Piyanoyê ya Navnetewî de ku li eyaleta Floridaya Başûr ya Amerîkayê hat li dar xistin bû duyem.

Berrak Demîrel diya Delal Arîna 6 salî diyar kir ku keça wê di kategoriya 6 salî de li Floridaya Başûr di pêşbirka pîyanoyê ya navnetewî de bûye duyemîn.

Berrak Demîrel wiha berdewam kir “Ji bo min kêfxweşî û serbilindiyek din e ku keça min bi dayika xwe re ket jiyana xwe ya hunerî. Ez pir kêfxweş û bi kelecan im, temenê wê hê pir biçûk e. Dê ji min re keyfxweşiyek mezin be ku ez di pêşerojê de li salonên mezin ên konseran de li keça xwe guhdarî bikim û pêşveçûna wê ya li qada piyanoyê bibînim.”

HerwihaBerrak Demirel, ji bo pêşkeftina zarokên xwe di muzîkê de li dêûbavan şîret dike û dibêje “Dema zarokek dest bi rêwîtiya muzîkê kir, berî her tiştî, ji bo gava yekem a zarok ber bi muzîkê ve xebata bi kesekî ku di wî warî de biehl û jêhatî girîngiyeke mezîn e. Eleqedariya malbatê û hîskirina zarok ku malbat di vê rêwîtiyê de bi wan re ne, bi qasî jêhatîbûna mamoste girîng e.”

Berrak Demîrel ragihand dema ku Arîn li piyanoyê dixe wexteke bikêf derbas dike û ew bi xwe jî li piyanoyê dixe ku ev yek di serkeftina kaça wê de rolek giring dileyîze.

Berrak Demîrel tekez kir ji ber ku dêûbav ji bo zarokên xwe gelek hedefan datînin ber wan, zarok nikarin di qadekî de eleqedar bibin.

Berrak Demîrel amaje bi wê yekî kir ku Mixabin, alavên teknolojîk ên îroyîn beşek girîng a dema zarokan ji wan distîne, di serdema karantînayê de xwe ji televizyon û tabletan dûr bixin, di xwedîkirina zarokan de cihê ku zarokan ji vê kursê bibin wê kursê an jî di du beşan de hedef deynin ber wan, çêtir e îmkanên di dest de bê bikaranîn.

Sala borî di festîvala muzîkê ya “Li Malê Huner Heye” ku li Tirkiyê hatibû çêkirin û 17 welat beşdar bubûn, Delal Arîna Amedî di kategoriya xwe de bubş 1emîn.