Dezgeha Rwange li Bexdayê ‘ciwanên behremend’ xelat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Rwange li Bexdaya paytexta Iraqê ji bo xelatkirina ciwanên behremend merasîmek saz kir û di warên kurte çîrok-zimanê Kurdî, kurte çîrok-zimanê Erebî, kurte fîlm, wênegirî, solo muzîk, dahênana zanistî, hunera recycling, şêwakarî, destpêşxeriya kar, helbest-zimanê Kurdî, helbest-zimanê Erebî û bernamesaziyê de ciwan hatin xelatkirin. Bi giştî di 12 waran de ciwan hatin xelatkirin.

Merasîma dabeşkirina xelatên Rwange îro demjimêr 16.30 li Hola Niştimanî ya Bexdayê birêve çû. Wergirên xelatan jî ji aliyê lîjneyeke pisporan ve hatin destnîşankirin. Jurî jî ji bo her warekê ciyawaz bû û kesên şareza bo hilbijartin û diyarkirina baştirîn berbijêran hatibûn danîn.

Berbijêrên pileyên yekem, duyem û sêyem:

-Beşa Wênegirî:

Pileya yekem: Heyder Mihemed

Pileya duyem: Aras Mehmûd

Pileya sêyem: Elî Mihemed

-Beşa Hunera Recycling (dubare bikaranîn)

Pileya yekem: Fîrdews Elî

Pileya duyem: Mehmûd Heyder

Pileya sêyem: Kerar Cabir

-Beşa Solo Muzîk

Pileya yekem: Barîn Erdelan

Pileya duyem: Daner Hogir

Pileya sêyem: Rojyar Luqman

-Beşa Şêwekarî

Pileya yekem: Rîm Zekî

Pileya duyem: Elî Xalîd

Pileya sêyem: Padaşt Xelîl

 Warên din:

- Bane Mehmûd, ji Hewlêrê, yekem di warê kurte çîroka Kurdî de

- Anat Zerxam, ji Neynewa, yekem di warê kurte çîroka Erebî de

- Emîr Star, ji Silêmanî, yekem di warê destpêşxeriya kar de

- Huner Newzad, ji Silêmanî, yekem di warê kurte fîlm de

- Ehmed Ceifer, ji Hewlêrê, yekem di warê dahênana zanistî de

- Şaho Selah, ji Silêmanî, yekem di warê helbesta Kurdî de

- Mistefa Hîsam, ji Bexda, yekem di warê helbesta Erebî de

- Ziyad Esed, ji Hewlêrê, yekem di warê programsaziyê de

Salane ji aliyê Dezgeha Rwange ve ciwanên behremend ên Herêma Kurdistan û Iraqê di warên ciyawaz de tên xelatkirin û mebest ji vê dezgehê jî ew e ku ciwan di warên cuda de şiyanên xwe nîşan bidin û bi xwe bawer bin.

Salane di warên huner, edeb, zanist û warên din de ciwanên temenê wan di navbera 15-25 saliyê de dikevin rikaberiyê û wergirên xelatan jî ji aliyê juriyeke ku ji pisporan pêk tê, tên hilbijartin.