Sempozyuma 2yemîn a Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Zanîngeha Şirnexê îsal jî Sempozyuma Melayê Cizîrî li dar dixe.
“Sempozyuma 2yemîn a Navneteweyî ya Melayê Cizîrî” bi hevkariya Parêzgariya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê, Qaymeqamtiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê tê lidarxisitn.
Sempozyuma sala borî di navbera 30ê Çiriya Paşîn û 2yê Kanûna Pêşîn de pêk hatibû.
Sempozyuma 2yemîn dê di 12-14ê Çiriya Pêşîn de li Salona Konferansê ya Şaredariya Cizîrê û Medreseya Sor were lidarxistin.
Dê di sempozyumê de gelek akademîsyenên xwecihî û biyanî jî pêşkêşiyê bikin.
Beşdar dê li ser ramana “Hebûnê” ya Melayê Cizîrî, nêrîna wî ya li ser dinyayê û helbestên wî nirxandinan bikin.