Baroya Wanê çalakiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li dar xist

Hewlêr (Rûdaw) – Roja Yekşemê 14ê Gulana 2022an Baroya Wanê ji bo pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî çalakiyeke bi navê “Çirokên Dengbêjan” li dar xist.

Nivîskar Kenan Soylemez, nivîskar û çîroknûs Ayhan Erkmen û Dengbêj Keremê Jîrkî beşdarî çalakiya “Çirokên Dengbêjan” a ku ji aliyê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ve li Salona Konferansê ya Tahir Elçî hat lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de Ayhan Erkmen çîrokên xwe gotin û Dengbêj Kerîmê Jîrkî jî kilamên xwe gotin.

Gelê Wanê jî eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî da.

Di dawiya çalakiyê de govend hat gerandin. Baroya Wanê plaket da mêvanên ku beşdar bûne.

Her wiha Baroya Wanê û Weşanên Avesta duh di çarçoveya çalakiya Cejna Zimanê Kurdî de li ser dengbêjiya Dengbêj Şakiro panelek li dar xistin.

Rêveberê Baroya Wanê Kadir Kutevi moderatoriya panelê kir û Nivîskar Kenan Soylemez jî wek axaftvan beşdarî panela Gotûbêjên Avesta bû.

Îro Yekşemê jî dê bi serpereştiya Baroya Wanê çalakiya bi navê “Şahiya 15ê Gulanê ya Zimanê Kurdî” bê lidarxistin.