Karvedanên piştî qedexekirina şanoya Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê ‘Bêrû’ ku biryar bû bi zimanê Kurdî li taxa Gaziosmanpaşa li Stenbolê were pêşkêşkirin, ji aliyê Qeymeqamiya wê navçeyê ve hate qedexekirin. Weke sedem jî tê gotin ku ev şano dikare ‘nîzam ango pergala raya giştî’ xerab bike. Vê biryarê hinek karvedan li pey xwe anîn.

Qedexe, li ser torên medyaya civakî bû sedema nerazîbûneke zêde. Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya li ser twîttera xwe dibêje, sedema qedexekirinê ne zimanê Kurdî ye, lê di naveroka wê de propaganda PKK heye û ji ber vê hatiye qedexekirin, pêvajoya dadwerî dest pê kiriye.

Bi heman rengî Cîgirê Wezîrê Hundir Îsmail Çataklı jî dibêje, şanoya Kurdî serbest e, lê propaganda PKK bi erebî, tirkî û zimanekî din jî were kirin, ewê qedexe bikin û destûrê nadin wî tiştî.

Ev yek di demekê de ye ku heman lîstik di sala 2014an de li Şanoya Dewletê bi tirkî hatiye leyîstin û herwiha bi kurdî ji aliyê heman komê ve ev 3-4 sal e herî kêm 20-30 caran hatiye leyîstin.

Şanoger Omer Şahîn dibêje: “Nimayîşa şanogeriyekê ku nivîskarê wê diyar e, wergêra wê diyar e, nimayîşeke şanoyî û karekî hunerî yê weha ku hemû tiştên wê diyar in, qedexekirina wê bi wî awayî û li bajarekî mezin weke Stonbol û li pêşya hemû çavê hemû cîhanê, bi rastî gelekî bê wate ye.”

Teksta wê şanoyê ji aliyê nivîskarê navdarê Îtalî Daryo Fo ve ku xelata Nobelê wergirtiye, hatiye nivîsandin, û li çend welatên cîhanê bi zimanên cuda hatiye nimayîşkirin. Endamên grûpa şanogeriya jiyana nû, ku xwe ji bo nimayîşê amade kiribûn, rexne li biryarê digirin û dibêjin, şanogerî li piraniya welatên cîhanê hatiye nimayîşkirin, çima tenê dema ku bi Kurdî bê nîşandan, dibe metirsî û gef li ser asayîşa giştî.

Şanoger Rogeş Kirîçî jî wiha axivî: “Di rastiyê de qedexekirina wê ne surprîzeke mezin bû. Ev ne cara yekemîn e di dîrokê ku ev tişt çê bibe lê di baweriya me de li vî welatî hinek gav hatibûn avêtin. Lê ev nimûneya bêtehemuliya li hember Kurdî ye, li hember Huner û kultûra Kurdî ye. Me zanîbû, em dê berdewam bin, em dê berdewam bin.”

HDP ev babet biriye parlematoya Tirkiyê, birêkara serokê Fraksyona HDPê li parleman ragihand, qedexekirina zimanê milyonan welatiyên Kurd, asayîşa giştî têk dide ne nîşandana şanoyekê bi zimanê Kurdî.

Birêkara Serokê Fraksyona HDPê Meral Danş Bêştaş jî dibêje: “Hêncet ew e ku asayîşa giştî têk dide. Wata nimayîşkirina şanogeriyekê bi zimanê milyonan welatî û Kurdan asayîşa giştî têk dide. Nexêr, qedexekirina zimanê milyonan welatî, asayîşa giştî têk dide.”

Berpirsên Tirkiyê red dikin ku biryara qedexekirinê ji ber zimanê Kurdî be û dibêjin, mebest ji nimayîşkirina şanogeriyê propagande ye bo PKKê. Berdevkê wezareta navxwe ya Tirkiyê Ismaîl Çataklî li ser hesabê xwe Twîterê belav kiriye:

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Îsmaîl Çataklî jî li ser hesabê xwe Twîterê belav kiriye: “Ev alozî û derewekî din e. Helbet şanogeriya Kurdî serbest e, lê nemayîşekî şanoyê ya ku propagandaya rêxistina terorî ya PKKê li xwe bigre, nayê qebûlkirin. Li hemberî kesên ku rê dane wan, tedbîrên yasayî hatine wergirtin.

Şanoya  “Bêrû: Klakson, Borazan, Birt” biyar bû di 13ê Cotmehê, roja sêşemê di saet 20.30an de li Dika Gazîosmanpaşayê ya Şanoyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê, were lîstin, lê hat qedexekirin.