Şewata Sînemaya Amûdê tilîmora xwe li ser wêjeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê xist

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka Kurdên Binxetê de, Şewat an jî Agirê Sînema Amûdê bûyereke herî reş û giran e. Nêzîkî nifşekî ji biçûkên Kurd li Amûda rengîn bûn para pêt û alavên agir.

Di 13ê Mijdara sala 1960î de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Agir yan Şewata Sînemaya Amûdê çêbû. Di nav agirê sînemê de nêzîkî 300 zarokên Kurd şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Agirê Sînemaya Amûdê tilîmora xwe li ser wêjeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê jî xistiye. Gelek nivîskar û helbestvanên Kurd jî di berhemên xwe de qala vê mijarê kirine

Nivîskar û helbestvanê Kurd, Mela Ehmedê Namî li ser vê bêtarê pirtûkek bi navê “Agirê Sînema Amûdê” çêkir. Namî bi vê berhema xwe hewl dide wê bûyera reş di dîroka Kurd û Kurdistanê de zindî bihêle û dibêje: “Tiştê ku di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine, çiku çar rojan li pey hev diçûme Amûdê û êvarî dihatim mal li Qamişlo.”

Namî armanca xwe ji çêkirina vê kitêbê wisa diyar dike: “Ez ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bûrî winda bibe. Her wekî ku bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Ey xwîşk û birayên dilgîr, gelê Amûdê. Ji Yezdanê gewre û mezin hêvîdar im ev ziyan ziyana we ya dawî be û li dûv vê ziyanê, xweşî û şadî rêber û hemneşînê we bin.”

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso jî ku wek Nûjen tê naskirin û kurekî xwe di wî agirî de ji dest dabû, sala 1960 ji zindana Mezê li Şamê helbesteke dilşewat diavêje ser zarokên şewitî yên Amûdê û dibêje:

Çardê çiriya paşî

Ji sala şêstî

Min ji Mezê dî

Li Amûdê agir bi sînemê ket

Dilê min ji tirsa li dîwarê sîngê ket

Kete guhê min qêrîn û girî

Hawar û gazî

Sêsed zarokên biçûk

Hawîr direvin

Radibin dikevin

Dikin hawar: Yabo.. Yadê

Agir.. agir hawîr agir.