Chalak Events çalakiya ‘Sêva Mêxekrêj’ saz dike

Hewlêr (Rûdaw) - Chalak Eventsa ku di sala 2017an de ji aliyê ciwanan xwendekar ve hat sazkirin bê navber çalakiyên xwe li dar dixe. Vê car 14ê Sibatê roja Înê bi minasebeta "Valentines Day / Roja Dildaran" li Salona Cezayirê ya Stenbolêli atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe.

Di 14ê sibata roja sembolîk de dê kesên beşdarî atolyeyê bibin sêva mêxekrêj ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de heye çêkin. Atolye dê saet di 13.00an de dest pê bike û heta saet 19.00ê dewam bike.

Chalak Events ragihand ku ew dê 14ê Sibatê weke Valentinesa Kurdî  bi atolyeya xwe ya domdar a “Sêva Mêxekrêj” li Salona Cezayirê ya Stenbolêli saz bikin.

Herwiha Chalak Events diyar kir ku ji bo beşdariyan sêv û mêxek (qerenfîl) ji kîsî wan e.

Chalak Events da zanîn ku armanca ewe ku ew kevneşopiya Kurdî berdewam bibe.

Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre. Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Sêva Mêxekrêj ku çandeke pir kevn e tê wateya evîn û aştiyê.