Dîlok xwe ji festîvala gastronomiyê re amade dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê dê festîvala gastronomiyê bê lidarxistin.

Bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê xwe ji Festîvala Rêya Çandê GastroAntepê re amade dike.

Salane bi beşadariya dehan şef an aşpêjan li vî bajarî festivala xwarinê tê lidarxistin.

Fertîval 14ê Îlonê de dest pê bike û dê heta 22yê mehê berdewam bibe.

Mamosteya Zanîngehê Oya Ozkanli li ser festîvalê wiha axivî:

“Festîvala GastroAntepê, piştî ku di sala 2015-16an de Dîlok wekî bajarê UNESCOyê hat hilbijartin vê çalakiyê dest pê kir.

Ev du sal in di çarçoveya rêya çandê de ku hemû Tirkiyeyê digire nav xwe tê lidarxistin.

Ji bo bajar û welatê me gelek destkeftiyên wê hene.”

Dê ji welatên din jî şefên pispor beşdar bibin

Tevî şefên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê şefên pispor ji welatên wekî Yunanistan, Spanya, Belçîka û Îtalyayê jî beşdarî vê festîvala xwarinê bibin.

Li kêleka xwarinên xwemalî dê xwarinên ku şefên biyanî amade bikin jî dê bên bên nîşandan.

Serokê Beşa Gastronomiyê ya Zanîngeha Dîlokê Prof. Dr. Atinç Olcay jî wiha got:

“Wê Dîlok mazûvaniya gelek mêhvanan bike. Gelek şef dê werin vir.

Her wiha ji Tirkiyeyê gelek nivîskar û pisporên gastronomiyê dê werin bajarê me.

Em li bendê ne ku 30 şefên pispor bên.”

Di çaçoveya festîvalê de dê pêşbirkek jî bê lidarxistin ku beşên gastronomî yên 6 zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê bi xwarinên xwemalî tê de rikeberiyê bikin.

Di çend rojên festîvalê de dê çalakiyên wekî şano, semîner, panel, pêşangeh û konsert jî hebin.