Li Şirnexê konsera hunermenda Kurd hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê konsera hunermenda Kurd Xecê ji aliyê Rektorê Zanîngeha Şirnexê ve hat hilweşandin.

Biryar bû hunermend Xecê 4ê Cotmeha 2022ê li Zanîngeha Şirnexê konserekê saz bike, lê rektorê zanîgehê bêyî ku ti hincetekê nîşan bide konsera wê hunermenda Kurd hilweşand.

Hunermenda navborî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku konsera wê ya biryar bû di 4ê Cotmeha 2022ê de li Navenda Rewşenbîrî û Kongreyan a Zanîngeha Şirnexê bê kirin, ji aliyê rektorê zanîngehê ve hatiye betalkirin.

Xecê sala 1978an li navçeya ser bi parêzgeha Şirnexê ji dayik bûye û di sala 1996ê dest bi karê hunerî kiriye.

Ev ne cara yekem e ku konserên hunermendên Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye tên qedexekirin û hilweşandin. 15ê Gulana 2022ê Şaredariya Derînce ya Kocaeliyê jî ku ji aliyê AK Partiyê ve tê birêvebirin, konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan qedexe kiribû.