Filmê “Aysel” hat weşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Filmê derbarê jiyan û têkoşîna siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk de ku bi navê “Aysel” hatiye amadekirin hat weşandin.

Di çarçoveya projeya “Ji Bo Aştiyê Dengê Jinê” ya Komeleya Piştgirî û Wekheviyê SESê de rojnamevan Mehveş Evin û derhêner Nesrin Olmez derbarê jiyan û têkoşîna siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk de filmekî kurt bi navê “Aysel” amade kirine û 9ê Kanûna 2022ê weşandin.

Di film de çîroka Aysel Tugluk tê pêşandan ku niha rûbirûyê nexweşiya Demansê ye û tê gotin ev çîroka Tugluk çîroka vî welatî ye. Di filmê “Aysel” de hevkar û hevalên Tugluk Eren Keskin, Sirri Sureyya Onder, Reyhan Yalçindag û Ahmet Turk jî bîranînên xwe yên ligel wê anîne ziman û derbarê jiyana wê de hûrgiliyên nayên zanîn hatine pêşandan. Di şexsê Tugluk de têkoşîna jinên Kurd di warê siyasî û civakî de jî hatiye pêşandan û rola wan di aştiyê de hatiye behskirin. Mûzîkên filmê kurt ji aliyê Ezgi Sevgi Can û Çinar Aksoy hatine amadekirin.

Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtîbû û nexweşa demansê (jibîrçûnê) bû. Piştî Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê biryara “nikare di girtîgehê de bimîne” da, 27ê Cotmeha 2022ê bi biryara Dadgeha Înfazê ya Tirkiyê hat azadkirin.