Romana 'HELALE' ya Eta Nehayî bi zimanê Erebî hat weşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji weşanxaneya “Dar el-Xan” a Kuwêtî, wergera Erebî ya romana “HELALE” ya romannivîsê Kurd Eta Nehayî hat weşandin.

Derbarê versyona Kurdî de ya romanê, weşanxaneyê gotineke nivîskar û rexnegîrê Haşim Ehmed Zade li ser qapê weşandiye “Roman guhertinên civaka Kurdî di dehsalên borî de derdibire. Ev roman behsa evîn, siyaset û nasnameyê di jiyana hin kesayetiyan di civaka Kurdî de dike. Roman rastiya rikaberiya di navbera dab û nerîtên kevin û nû de ji xwênerên romana Kurdî re bi deqeke ciwan vedibêje.”

Eta Nehayî di sala 1960an de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye.

3 roman û hejmarek pirtûkên Nehayî yên çîrokan hene.

Fedwa Derwîş romana Eta Nehayî ji zaravê Kurmancî bo Erebiyê wergerandiye.

Fedwa Derwîş li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê  jidayik bûye.

Derwîş berê 2 romanên romannivîsê Kurd Bextyar Elî ji bo heman weşanxaneyê wergerandine:

Apê min Cemşîd xan, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2019.

Êvara Perwaneyê, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2020.

Derwîş herwiha Pirtûka “ Xwyên Zordariyê” ya ronakbîrê Sûrî Ebdilreham el-Kewakibî ji Erebî bo Kuriyê wergerandiye, Weşanxaneya J&J, Amed, 2018.

Fedwa Derwîş 2 roman ji zimanê Înglîzî jî wergerandine:

Ji Xwe Ranebe, Liz Lawler, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2020.

Keç, Ana Maria Shua, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2021.