Li Keleha Zerzevanê deriyê Perestgeha Mîtrayê hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Keleha Zerzevanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê deriyê Perestgeha Mîtrayê hat dîtin.
Keleha Zerzevanê 13 kîlometre dûrî navenda navçeya Çinarê ya Amedê ye.
Li Keleha Zerzevanê ya xwedî dîrokeke 3 hezar salî yê perestgeheke bin erdê ya Mîtrayê heye.
Niha şûnwarnasan deriyê wê perestgeha Mîtrayê ya 1900 salî dîtine.
Di sala 2014an de li vê kelehê dest bi kolandinên arkeolojîk hat kirin.
Niha Zerzevan bûye navendeke girîng a geştyariyê ku salane bi sedhezaran geştiyar diçin sedana wê.
Perestgeha hezar û 900 salî derket ser rûyê axê
Berpirsê Xebatên Kolandinê Dr. Aytaç Coşkun li ser xebatên xwe wiha got:
“Bi despêkirina xebata li devera pîroz a Mîthrasê me cihên nû keşif kirin.
Ya herî girîng jî me li vî cihê pîroz yê beriya 1900 salan cihê merasim lê dihatin kirin derxistiye ser rûyê axê.
Niha li cihê dema Mîthrasî bo merasimê lê diman, li beşa jorê yê vî cihê pîroz xebatên kolandinê berdewam in.”
Keleha Zerzevanê û perestgeha Mîtrayê dikeve ser rêya navbera Mêrdîn û Amedê.
Vê kelehê beriya zayînê 882-611an mazûvaniya Aşûriyan û piştî zayînê heta dema hatina Îslamê 198-235 mazûvaniya Împaratoriya Romayê kiriye.
Romayiyan kelehê wekî cihekî serbazî bikar anîne.
Keleha Zerzevanê di sala 2020an de ketiye nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî.
Yek ji 10 cihên herî baş ên çavdêriya esman e
Qaymeqamê Çinarê Muhammed Fatih Gunlu anî ziman, “Keleha Zerzevanê li Tirkiyeyê yek ji 10 cihên herî baş e ku hilatin û avabûna rojê lê tê dîtin.
Ev du sal e em çalakiyên asmanî li vê deverê saz dikin. Salane hêjmareke zêde ya geştyaran tên serdana vir.”
Geştyar Şukru Temiroglu diyar kir, “Her dema mêvanên min ji derve tên, ez wan tînim vir heta dema roj diçe ava da ku vî dîmenê bedew bibînin.”
Li vê keleha ku heta niha 120 asewarên dîrokî lê derketine ser rûyê axê û xebatên kolandinê berdewam in, salane hêjmareke zêde ya geştyaran serdana wê dikin.
Di sala 2022yan de 303 hezar geştyaran serdana wê kirine û îsal jî tê pêşbînîkirin hejmar bigihe 500 hezar geştyaran.