Sîmir Rûdan klîpa xwe ya anîmasyonê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sîmir Rûdan bi klîba xwe ya nû ya anîmasyonê ji bo “hevhimbêzkirina mirov û ajel û xwezayê” bang dike.

Hunermend Sîmir Rûdan ji bo strana xwe ya bi navê ‘Strana Me’ klîpeke anîmasyonê amade kir û armanc ji vê klîpê jî ew e, "ev muzîk bigihîje asteke gerdûnî."

Ev klîpa anîmasyonê ku bi hevkarî û alîkariya hemwelatiyekî bi navê Ulaş Sabahattîn û bi derhêneriya Alkim Serbest hatiye amadekirin û “Di wê klîpê de ne tenê ji bo mirovan ji bo ajel û xwezayê jî banga himbêzkirinê dike.”

Sîmir Rûdan berî çend mehan albûma xwe ya duyem bi navê Kevî belav kiribû ku ji 10 stranên Kurdî pêk dihat  û ‘Strana Me’ jî yek ji wan stranan e ku di albûma Kevî de cih digirin.