Li Cizîrê şanoya Mem û Zîn hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Mem û Zîn” ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve hat qedexekirin.

Şermola Performansê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, lîstîka wan ya bi navê "Mem û Zîn” ku dê 12ê Adarê li Cizîrê bihata lîstin, bêyî sedemek bê nîşandan ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve hat qedexekirin.

Şermola Performansê ragihand, “Lîstika me ya Mem û Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn 12ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û 4ê Adarê jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin.

Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi riya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin.”

Lîstika Mem û Zîn a bi derhêneriya Mîrza Metîn ji 3ê Mijdara 2021an ve li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê tê pêşandan.