Demirtaş li ser Dayikên Şemiyê awazek çêkir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevsorê berê Yê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo Dayikên  Şemiyê besteyek çêkir û navê wê kir “li ber xwe bide dayê”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku niha li girtîgeha Edîrneyê girtiyê siyasî ye,  li ser  Dayikên Şemiyê ku ji 27 gulanê  1995an heta niha ji bo dîtina kesûkarên xwe çalakiya rûniştinê dikin,  awazek bi zimanê Tirkî çêkir û navê wê kir “li ber xwe bide dayê”

Ew awaza ku  ku Demirtaş gotinên wê nivîsîne ji aliyê hunermend Ruken Yilmaz û Mervan Tan ve hat gotin. 

Hevjîna Selhattin Demirtaş vîdyoyay wê stranê li ser hesab xwe ya Twiterê parvekri û got” Selahattin ji bo Dayikên Şemiyê nîvîsî û awaz jê re çêkir. Di pêşengiya Kom Muzik û MKM,  Ruken Yilmaz û Mervan Tan bi deng kirin û Nurhak Kilagoz jî rêkxist. Destê hemû kesên keda wan tê de heye sax be. Ji bo hemû dayikên bi  êş û kesera zarokên xwe dijîn.....”