ALMANYA - Şevbihêrka helbestên Kurdî - Almanî tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bochumê yê Almanyayê roja Yekşemê li şanoya bajêr şevbihêrka helbestên Kurdî-Almanî tê sazkirin.

Di şevbihêrka helbestên Kurdî-Almanî de nivîskar Abdullah Încekan û Karîn Moog dê helbestên şairên Kurd Rojen Barnas, Abdullah Peşêw, Şikoyê Hesen, Berken Bereh, Arjen Arî, Mueyed Teyîb û klasîkên edebîyata Almanî J. W. v. Goethe, Heinrich Heine, Erich Fried, Ingeborg Bachmann, Rainer Maria Rilke û Friedrich Nietzsche bi zimanên Kurdî û Almanî pêşkeş bikin.

Kemanjena naskirî Nûrê Dlovanî û pîyanîst Zelal jî dê bi ahenga mûzîka Kurdî tevlî pira di navbera her du zimanan de bibin.

Li Schauspielhausa Bochumê cara duyemîn e helbestên Kurdî li ser dikê cihê xwe digirin.

Di bernameya sala borî de tenê helbestên ku Abdullah Încekan ji Almanî wergerandibûn Kurdî hatibûn xwendin.

Vê carê Încekan, hinek helbestên Kurdî jî wergerandin Almanî.

Lîstikvana Alman Karîn Moog dê wan helbestan bi Almanî, Abdullah Încekan jî bi Kurdî bixwîne.

Bername dê roja 7ê Kanûna Paşîna 2024an demjimêr 18:00an li navnîşana “Schauspielhaus Bochum, Konigsallee 15, 44789 Bochum” bê sazkirin.

Nivîskar Încekan bi rêya Rûdawê bangî Kurdên Almanyayê kir ku beşdarî bernameyê bibin.