George Clooney: 400 sal e dermanek bo nejadperestiyê nehatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Aktorê Amerîkî, George Clooney ragehand, nejadperestî nexweşiyek e ku bo dema 400 salane  dermanek jê re nehatiye dîtin.

Wî aktorê Amerîkî herwiha diyar kir, çend caran me kuştina kesên çermreş dîtiye ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin û got jî, ew nizane xwepêşandanên bi sedema vê yekê çêbûne kengî dê bi dawî werin, lê ew hêvî dike ku kes di wan xwepêşandanan de neyê kuştin.

George Clooney daxwaz kir, ku “guhertineke sîstematîk” li Amerîkayê di cîbicîkirina qanûnê û dadweriya tawanê û serkirdatiya siyasî de dike. Clooney di gotarekê de ku wek bertek li hember kuştina George Floyd ji aliyê polîsekî wilayeta Minneapolis jibo malpera Daily Beast nivîsiye, ev helwesta xwe aşkere kiriye.

Di wê gotara xwe de George Clooney tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwîst e rêkarên bilez ji bo rûbirûbûna “pandemiya nejadperestiyê” li Amerîkayê bêne cîbicîkirin.

Wî aktorê navdarê amerîkî herwiha bang li xelkê Amerîkayê kiriye, ku di hilbijartinên bihê yên serokartiyê de, Donald Trump ji kar dûr bixin.

Ji bilî George Clooney hejmarek zêde ji hunermendên Amerîkayê û cîhanê nerazîbûne xwe li hemebr nejadperestiyê nîşan dane.

Ev daxwyaniya Clooney piştî kuştina welatiyekê çermreş ê Amerîkî yê bi navê George Floyd tê, ku beriya zêdetir ji heftiyekê ji aliyê polîsekî Amerîkî ve hat kuştin û karvedanên li ser vê yekê çê bûne.

Niha ne tenê li Amerîkayê, lê belê li gelek welatên din ên cîhanê jî xwepêşandanên nerazîbûnê li hember kuştina George Floyd tên lidarxistin.