Amed (Rûdaw) – Hunermend û stranbêjê Kurd Mehmet Atlî ragihand ku coronayê bandor li tevahiya karên kiriye, herî zêde bandor li hunermendan bûye û nekarîne konsertên xwe pêşkeş bikin.
Di sala 2020an de ji ber Coronayê ziyanekî mezin gihîşte karên hunerî û yên hunermendan. Hinek mûzîkjen û hunermendan hem ji ber bandora aborî ya Coronayê û hem jî qutbûna peywendiya wan li gel hezkiriyên wan, dawî li jiyana xwe anîn.
Li Bakurê Kurdistanê jî gelek hunermend bêkar man û ziyan dîtin. Lê hêviyên wan hene ku îsal ew tengasî nemînin û vegerin serdema xwe ya berê.
Hunermendê Bakurê Kurdistanê yên navdar û dengxweş Mehmet Atlî ji Rûdawê re behsa wan astengiyan kir.
Mehmet Atlî diyar kir ku ji ber pandemiyê piranî dema xwe li malê ligel malbata xwe derbas kir û herwiha bi xebatên xwe ve mijûl bû û wiha pê de çû: “Mixabin, vê rewşê bandor ne tenê li muzikjenan kir herwiha li gelek sektorên din jî kir. Bandor li tevahiya hunermendan, şanoger û xebatkaran bû.”
Atlî anî ziman ku hêviyên ji sala nû ew e ku pandemî nemî û jiyan dîsa asayî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse