Komeleya Bilind a Jinên Kurd û Rêziknameya Wê piştî 100 salan bû pirtûk

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê wê pirtûkê jî dibêjê, “Mumkin e mirov bibîne ku ew jin bi ruhekî netewî li hev kom bûne.”

Pirtûka bi navê ‘Komeleya Bilind a Jinên Kurd û Rêziknameya Wê (Kürt Kadınları Teali Cemiyeti ve Nizamnamesi)’ ku ji aliyê nivîskar Ekrem Malbat ve hatiye nivîsandin, ji weşanên Nûbiharê derket.

Nivîskarê pirtûkê Ekrem Malbat di derbarê pirtûkê de ji Rûdawê re aşkere kir ku bi ketina destê wan a nîzamnameya wê komeleyê, wan derfeta bersivandayîna gelek pirsan dîtiye û got, “Dema em li xalên nizamnameyê dinêrîn ku ev 100 sal berî niha van jinan ev komele damezrandine, mimkun e mirov bibîne ku ew jin ne tenê ji bo têkoşîna mafên jinan, di heman demê de li dor ruhekî netewî hatine cem hev.” 

Lêkolînên li ser komele û nîzamnameya wê, ku ev di sala 1919 de hatiye damezrandin, li gel teksta orjînal, bi Tirkiya nûjen û wergêra wê ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) derket.

Nivîskar Ekrem Malbat, dibêje, girîngiya tevgerên jinan û hevsengiyên wan ên civakî rastiyek in û ji aliyê herkesî ve tên zanîn û diyar dike, “Sedemên ku vê mijarê ji bo Kurdan girîng dike ji yeke bêtir in. Loma têkoşîna jinên Kurd her çend ji aliyekê ve li hember cudahiya zayendî a civakî be, li aliyekê din li hember cudahiya nasnameya netewî radiweste. Dema  ji van aliyan ve lê bê nêrîn dîroka destpêkirina têkoşîna jinên Kurd û fikrên wan ên polîtîk girîngtir dibin. Di vê çarçovê de agahiyên di deste me de, zanyariyên derbarê Komeleya Bilind a Jinên Kurd de ne ku ew komele sed sal berî niha hatiye damezrandin.”

Li aliyê din Weşanxaneya Nûbiharê di derbarê pirtûkê de danasînek belav kir û di wê danasînê de hatiye ragihand: “Piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn ku ji bo Kurdan encamên wêranker derxistibûn holê, li Stenbolê li dor bîr û boçûnên netewî kombûna jinên Kurd bûyereke dîrokî û sembolîk e.”

Pirtûka ‘Komeleya Bilind a Jinên Kurd û Rêziknameya Wê’ ji 112 rûpelan pêk tê.