Yunan Beşa Kurdî li Pirtûkxaneya Niştimanî vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê raghand ku Yunan dê Beşa Pirtûkên Kurdî li Pirtûkxaneya Niştimanî veke û di demeke nêzîk de jî wek destpêk hezar pirtûk dê bo wê pirtûkxaneyê bên veguhastin. Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê jî bang li nivîskaran kir ku pirtûkên xwe bi awayê kaxiz û digital bigihînin wezaretê.

Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê Diyarî Westa Ezîz ji Rûdawê re ragihand ku ev heyama salekî ye ku Wezareta Rewşenbîrî û Lawan li gel aliyê Yunanê di peywendiyê de ye ji bo ku Beşa Kurdî li Pirtûkxaneya Niştimanî ya wî welatî bê vekirin û got, ev daxwaz hat qebûlkirin û ew dê berhemên nivîskarên Kurd ên bi zimanê Kurdî bigihînin Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yunanê.

Diyarî Westa Ezîz li ser biryara vekirina Beşa Kurdî ji aliyê Yunanê ve ragihand, “Vê pêngavê girîngiya xwe ji bo Kurdan û dîroka wan heye û bandora wê dê li ser naskirina zêdetir a zimanê Kurdî hebe. Em dê pêngavên wiha li gel pirtûkxaneyên welatên din jî zêdetir bikin.”

Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê li ser corê pirtûkên ku dê di Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yunanê de cih bigirin jî got, “Ew pirtûkên ku dê bo pirtûkxaneyê bên şandin jî dê zêdetir di warên girêdayî bi Kurd, Kurdayetî û dîroka Kurdan bin. Lê bi giştî pirtûk dê di gelek waran de bin.”

Li aliyê din Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û tê de bang li nivîskaran kir ku berhemên xwe bigihînin wezaretê ku di Beşa Kurdî ya Pirtûkxaneya Niştimanî ya Yunanê de cih bigirin.

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku nivîskar dikarin bi rêya pirtûkxaneyên giştî yên bajaran, di heyama hefteyekî de berhemên xwe bi awayê kaxez û digital bigihînin ber destê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan.

Herwiha li Hewlêrê sê cih ji bo wergirtina pirtûkan hatine diyarkirin ku ew jî; Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyan, Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyên Giştî ya Wezaretê û Dîwana Wezareta Rewşenbîrî û Lawan.