TURK-ÎŞê amarên hejarî û birçîbûnê belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) amarên hejarî û birçîbûnê yên vê mehê belav kirin.

Li gor amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gihîştiye 11 hezar û 658 lîreyan.

Sînorê hejariyê jî ji bo 37 hezar û 974 lîreyan bilind bûye. Bi vê yekê sînorê birçîbûnê 11 hezar û 402 lîre mûçeyê kêmane derbas kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo malbatek çar kesî sînorê birçîbûnê gihîştiye 11 hezar û 658 lîre û sînorê hejariyê jî gihîştiye 37 hezar û 974 lîreyan.

Herwiha mesrefa kesekî nezewicî jî mehane gihîştiye 15 hezar û 123 lîreyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha borî sînorê birçîbûnê 10 hezar û 373 lîre bû, sînorê hejariyê jî 33 hezar û 788 lîre bû.

Li gor amarên ku TURK-ÎŞê ji bazarê wergirtine, nirxê hinek pêdiviyên jiyanê yên bingehîn ku di meha Hezîranê de giran bûne wiha ne:

Bihayê şîr û mast wek xwe maye û penîr ji sedî 4 giran bûye, goştê ga di mehekê de ji sedî 6 û mirîşk ji sedî 13 giran bûye.

Herwiha hêk ji sedî 9 giran bûye, birinc ji sedî 8 giran bûye, zeyta zeytûnan ji sedî 30, çay ji sedî 10, zeytûnê reş jî ji sedî 12 giran bûye.