ENERJÎ - Kurdistan çawa dikare xwe ligel Rûsyayê biguncîne?

Saînt Petersbûrg (Rûdaw) – Biryare roja Pênşemê (01-06-2017), li bajarê Saînt Petersbûrg a Rûsyayê Korbenda Aborî ya Cîhanî birêve biçe. Korbend dê 3 rojan berdewam bike û şandekî bilind ji Herêma Kurdistanê jî beşdar dibe. Şirovekarên aborî diyar dikin, ku Herêma Kurdistanê çavkaniyekî giring ê enerjiyê ye, lewma di ti korbend û civînên aborî de nayê piştguhxistin.

 

Tê payîn şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, bi armanca beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî îro bigihe bajarê Saînt Petersbûrgê. Herwiha tê pêşbînîkirin, ku Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên rûsî girêbestên mezin ên di warê enerjiyê de îmze bike.  

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha derbarê kêlgeh û blokên petrolê yên ji bo veberhênanê vekirîne, danûstandina zanyariyan dike. Herwiha ji kompanyayên rûsî dixwaze zêdetir berê xwe bidin berhemanîna kerta petrola Herêma Kurdistanê.

 

Peyamnêrê Rûdawê li San Petersbûrgê Omer Mûradî dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên Gazprom û Rosneftê girêbest îmze kiriye. Tê hêvîkirin, ku piştî rêkeftinên nû herdu kompanya di karê kerta petrola Herêma Kurdistanê çalaktir bin û karên xwe zêdetir bikin.”

 

Ji aliyê din ve, şirovekarê aborî Hoşyar Rûstemî jî ji Rûdawê re ragihand, ku Herêma Kuridstanê çavkaniyekî giring ê enerjiyê ye, lewma ne gengaz e, ku di ti korbend û civînên aborî de were piştguhxistin. Herwiha ji ber vê yekê di piraniya korbendên aborî yên Ewropa û Asyayê de nûnerên Kurdistanê tên vexwendin.

 

Rûstemî got: “Pêwîstiya cîhanê bi gaza xwezayî heye û Herêma Kurdistanê jî xwediyê rezervên giring a gaza xwezayî ye. Li hev nêzîkbûna Rûsya û Herêma Kurdistanê bijardeyekî pir baş e.”

 

Li ser pirsa; “Gelo Herêma Kurdistanê çawa dikare xwe ligel siyaseta enerjiyê ya Rûsyayê biguncîne?” Rûstemî got: “Ligel rûsan karkirin pir zehmet e. Di dirêjahiya dîrokê de baweriya bi rûsan karekî dijwar bûye. Em nikarin bi hêsanî ji wan bawer bikin. Lê em em dizanin, ku kerta enerjiyê ya Rûsyayê jî pir bi profesyonelî pêşve diçe. Hemû girêbest û kontratên di vî beşî de tên kirin, liser astekî taybet û standart in. Lê divê em jibîr nekin, ku piraniya pêşkeftinên siyasî bi van girêbestên aborî ve girêdayîne. Lewma jî dibe pir bi agahdar bin.”

 

Di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de boriya petrolê hatiye kişandin. Hoşyar Rûstemî diyar kir: “Dibe ligel Rûsyayê girêbestekî wiha were îmzekirin û em dizanin, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê îmzekirina girêbestekî wiha di rojevê de ye. Ya giring ew e, ku bi nêrîna min Tirkiye, Îran û Rûsya ti caran nahêlin ciheke wiha têk biçe. Ev yek jî ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e. Nêzîkbûna Herêma Kurdistanê û Rûsyayê jî bijardeyekî giring e.”