KURDISTAN - Zebeş ji pêwîstiyan zêdetir e

Silêmanî (Rûdaw) – Ji ber nebûna balansê di navbera berhemên çandinî û pêwîstiyên bazarê de, hiştiye ku îsal jî cotkarên Kurd neçar bin bi nirxeke erzan berhemên xwe bifiroşin.

 

Cotkar dibêjin, niha kîloya zebeşê didin 100 dînarê Iraqê (0.83 sent) û ev pere jî xerc û westiyana wan a salekê pêşwazî nake.  

 

Cotkar ji Wezareta Navxwe daxwaz dikin, ku ji bo zêdetir zirarê nekin, rêyekî ji bo hinardekirina zebeşan peyd abikin.

 

Serokê Komîsyona Sendîkaya Cotkaran li Silêmaniyê Serwer Elî dibêje: “Îsal berhemê zebeşan gelek e û hemû di di heman demê de gihiştine. Ji ber vê nirxê wan daketiye û pere nake.”

 

Her roj li Silêmaniyê zêdetirî 500 hezar zebeş digihije lê pirsgirêka cotkaran ew e, ku berhemên wan ji pêwîstiyên bazara navxwe zêdetir e.

 

Rêveberê Çandinî yê Silêmaniyê Şalaw Cemal diyar dike, ji ber guhertina avûhewayê îsal berhemê zebeşan li Kurdistanê û herwiha li başûr û naverastê Iraqê gelek e. Lewma Iraq jî berhemên Kurdistanê nakire.