Bazirganê Kurd endamê nêrtî yê ga hinardeyê Tirkiyê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di dema serbirîna gayan de êdî endamên nêrtî yên wan nayên avêtin û wan hinaderyê Tirkiyê dikin.

 

Bazirganekî Kurd ê vî karî dike, dibêje li Tirkiye û welatên Ewropayê gelek daxwaz ji bo endamên nêrtî yên gayan heye û ji wan dermanên ciwankariyan tê çêkirin.   

 

Bazirganê Kurd Cefer Fetah xelkê bajarê Duhokê ye. Wî berê post, ûrûvî, mû û hirî dibire derve. Lê ev demek e dest bi hinardekirina endamên nêrîne yên gayan kiriye û dibêje: “Li Tirkiyê gelek daxwaz li ser van endamên nêrtî nehe. Par min 35 ton hinarde kir û îsal jî heta niha me 15 ton hinarde kiriye.”

 

Bi gotina Cefer Fetah li piraniya welatên Ewropa û Asyayê jî daxwazeke zêde ji bo endamên nêrtî yên ga hene.

 

Fetah diyar dike: “Ji Hindistanê jî kiryarên me hene lê ji ber tirkiye nêzîk e, em zêdetir dişînin Tirkiyê. Li wir çend kargeh hene van endaman di dermanên cuwankariyê de bikar tînin û herwiha dikin xwarina se û pisîkan.”

 

Hizra vê bazirganiyê çawa peyda bû?

 

Bazirgan Cefer Fetah piştî ku li Stenbolê beşdarî pêşangeheke xurekê dibe, hizra hinardekirina endamên nêrtî yê ga li cem wî peyda dibe. Wî niha çend kes raspartine ku li qesabxaneyên Kurdistan û Iraqê endamên nêrîtiya gayan kom dike û dema dibe 10 ton jî dişîne.  

 

Karê Cefer ne hêsan e. ji ber ku di demeke kurt de berhevkirina 10 tonan zehmet e û herwiha divê ew ew endam di nava sarinc û cemedê de werin parastin, bi riya otomobîlên taybetî kom bike û di kogehên sar de hilgirin da ku xirab nebe, paşî bikarin hinarde bikin.  

 

Bi gotina Cefer her toneke endamên nêrtî yê gayan li Tirkiyê bi 3 hezar dolaran tê firotin. Ev di demekê de ye, ku bazirganê Kurd ji bo komkirina van endaman gelek caran pere serf nake.

 

Cefer Fetah dibêje: “Berê li Kurdistanê hêlikj û gunên ga dihatine avêtin. Herwiha xelkê şerm dikir wan bifiroşe. Lewma em beşekî bê pere peyda dikin.”

 

Bazirganê Kurd dide xuyakirin, ku ji bilî vê ew postê ajelan hawirdeyê Polonya, Îtalya, Tirkiyê û Misirê dike, hiriyê dişîne Brîtanya û Hîndîstanê, herwiha ûrûrûvîkan jî dişîne Lûbnan û Pakistanê.

 

Yasa ne li dijî hinardekirinê ne

 

Endamên nêrtî yên ga ji 3 beşan pêk tê (Glanis penis, Sigmoid flexure, Restrictor muscle). Beşa yekemîn hinek heste û demar têde ne. Beşa duyemîn kontrola cotbûnê dike û ji  komeke xaneyên lîmfî û masulke (edele) pêkhatiye. Beşa sêyemîn jî komeke masulkeyan e ku berî û piştî cotbûnê kêrî karê vekişînê tê.

 

Dirêjî û giraniya van endaman li gorî gewareya ga diguhere. Di dema asayî de dirêjahiya wî 15 - 20 santîmetre ye lê di dema cotbûnê de zêdetirî nîv metreyan dirêj dibe. Bi awayeke giştî jî giraniya wan di navbera 300 heta 800 giraman de ye.

 

Yasa û rênimayên kerentîne yên li Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina vê berhemê ti astengiyekî dernaxin. Lewma bazirganên Kurd dikarin ji bajarên din ên Iraqê jî van endaman hawirde bikin û paşî bifiroşine derve.

 

Rêveberê Kerentîne ya Çandinî ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li Herêma Kurdistanê Dr. Cemal Şukrî dibêje: “Ev bazirganî li Kurdistanê nû ye. Hinek gazirganan ji bo vê daxwaza destûra hinardekirinê kirine. Ji ber ku ev endamên ga li Kurdistanê di pîşesaziyê de nayên bikaranîn lewma em destûra hinardekirinê didin wan.”

 

Dibe weke viyagrayê

 

Pisporê zanistên cotbûna ajalan Dr. Yunis Ehmed ji Rûdawê re got, ku endamên cotbûnê yên ga li Çînê di çêkirina şorbeyê de tê bikaranîn û di encama lêkolînan de jî hatiye selmandin, ku ev şorbe herweke hebên viyagra şiyana seksê bihêz dike.

Dr. Yunis Ehmed diyar kir, ku li Çîn û Hîndîstanê restorantên taybetî yên van endaman hene û di dernamxaneyên millî de jî bi awayeke hişkkirî ji bo çareseriya lawaziya seksî tê bikaranîn.

 

Bi gotina  Dr. Yunis Ehmed li hin welatên Efrîqayê jî endamên nêrtî yên gat ê hişkirin û paşî li gel rûn tê tevlîhevkirin, ji bo çareseriya lawaziya seksî tê bikaranîn.