Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ev 4 sal bûn ku bazara kirîn û firotina xaniyan sekinîbû û projeyên lêkirina xaniyan jî ji sedî 95 rawestiyabûn, lê piştî kêmbûna faîzan firotina xaniyan ji sedî 100 zêde bûye.
Ev çar sal in ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qeyraneke mezin a aboriyê heye. Ji ber vê qeyranê sektora herî mezin a hilberînê avahîsazî hatibû asta rawestînê. Lê hikûmetê biryar da ku bankayên dewletê faîzên krediyan ji sedî 2 daxin ji sedî 0.79an. Bi kêmbûna rêjeya faîzan re di nava 2 mehên dawiyê de li Amedê firotina xaniyan ji sedî 100 zêde bûn.
Sedema vê yekê hem şer û pevçûnên nava bajêran û hem jî qeyrana aboriyê bû. Lê di 2 mehên dawiyê de firotina xaniyan ji sedî sed zêde bûne. Di destê gelek avahîsazan de xanî namane û ew ji niha de ji bo lêkirina xaniyan li erseyên nû digerin.
Derbarê mijarê de avahîsaz Ilyas Uzak ji Rûdawê re got: “Salek du sal berê xanî pir hebûn, lê kesî nedistand. Lê piştî ku bankayan rêjeya faîzên krediyan daxistin, ji ber vê yekê xanî niha pir xweş tên firotin. Ez salê 200 heb xanî çêdikim, niha di destê min de yek xaniyek jî nemaye.”
Bi firotina xaniyan re bazara emlakê jî gur bû. Lewre karê emlakvanan jî bi firotina xaniyan re ji sedî sed zêde bûye. Ji ber geşbûna bazara xaniyan bihayê xaniyan jî ji sedî 15 heta sedî 25 bilind bûye. Emlakvan ji bilindbûna bihayê xaniyan nerazî ne.
Emlakvan Nurhayat Ay dibêje: “Piştî 2-3 salan cara yekemîn e ku di nava 2-3 mehê dawiyê de em xaniyan pir difiroşin. Sedema firotina zêde ya xaniyan daketina rêjeya faîzan e. Ji ber ku faîz daket 0.79an, xelk zêdetir xaniyên nû distînin. Lewre ev faîzên kêm tenê ji bo xaniyên nû ne. Xaniyên kevin kêm têne firotin.”
Piraniya welatiyan ji ber ku nedizanîn çi li pêşiya wan e, û ji rêjeya faîzên bilind jî ditirsiyan kirîna xaniyan taloq kiribûn. Lê piştî ku faîzên krediyan ji sedî 2yan daket 0.79an dest bi kirîna xaniyan kirin.
Welatiyê bi navê Mihemed Şanli jî got: “Niha pereyê te hebe tu bistînî baş e. Ji ber ku qeyran e û faîz ketiye.”
Welatî Ehmed Arkan diyar kir ku wî mehek berê xanî kirriye û got: “Ji ber ku faîz ketin min xanî stand. Kêmbûna faîzê ji bo min fersendeke baş bû.”
Aboriya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê piranî li ser avahîsaziyê ango lêkirina xaniyan e. Ji ber vê yekê dema ev sektor dikeve qeyranê, pê re jî 400 cure kel û pelên lêkirina xaniyan dikevin qeyranê. Hikûmet bi kêmkirina faîzên krediyên xaniyan dixwaze pêşî li vê qeyranê bigre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse