Dibe bihayê petrola xav di dawiya îsal de kêm bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Îro duşemê piştî vekirina bazarên Asyayî bihayê petrolê cîgîr bûye. Sedema cîgirbûna bihayê petrolê jî bi bilindbûna bihayê borsayên Asyayê ve tê girêdan.

 

Hefteya derbasbûyî piştî daketina borsayên Asya û Amerîkayê nîgeranî çêbû li ser kêmbûna xwesteka li ser petrola xav û ji ber vê yekê jî bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 4 daketibû.


Bihayê petrola Brent vê îro sibê Duşemê (29.10.2018) sentek bilind bû û gehişt 77 dolar û 63 sent. Nirxê petrola sivik a Teksasê jî 6 sent bilind bû û bi 67 dolar û 65 sentan danûstandin pê hat kirin.


Şirovekarê Kompanyaya Rawêjkarî ya Uwanda Alfonso Esparza derbarê bazara petrolê de ragihand ku ji ber egera kêmbûna xwesteka li ser petrolê, guşar li ser bazara petrolê çêbûye.


Derbarê şerê navbera Çîn û Amerîkayê de nîgeranî li ser xavbûna geşeya aborî ya cîhanê çêbûye û ji ber vê yekê jî tê pêşbînîkirin ku xwesteka li ser petrola xav di dawiya îsal û sala bê de kêm bibe.